Li Karîgeriya Veguhastinê ya Tebqayê rengê jinan

Jinên Tebqayê bi awayekî çalak di hemû qadên jiyanê de kar û xebatan dimeşînin û rola xwe di avakirina civakê de dilîzin. Li gorî hevseroka Karîgeriya Veguhastinê ya girêdayî Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, jinan xwe di vî warî de îsbat kir.  

Li Karîgeriya Veguhastinê ya Tebqayê rengê jinan
Li Karîgeriya Veguhastinê ya Tebqayê rengê jinan
Li Karîgeriya Veguhastinê ya Tebqayê rengê jinan
Li Karîgeriya Veguhastinê ya Tebqayê rengê jinan
11 îlon, 2018   06:42

ESMAHAN UMER / TEBQA

Jinan bi beşdarbûna xwe di nav hemû warên jiyanê de rola xwe îsbat kir û hemû bend şikandin. Her wiha ji zîhniyeta mêrdestiyê û hemû zincîrên ku ew sînordar kiribûn, rizgar bûn.

Ji destpêka avakirina Karîgeriya Veguhastinê ve jinan gotinên ku dibêjin ‘ew nikarin mudexeleya kar û barên erebeyan bikin û ev kar tenê yê mêran e’ pûç kirin û tev li xebatên karîgeriyê bûn.

Heta niha hejmara jinên karker di karîgeriyê de 12 e. Di hemû beşên karîgeriyê de cih girtine wekî arşîv û beşa sehkirinê. Ruxmî hejmara jinan a kêm di nav karîgeriyê de, xwe û karê xwe bi pêş xistin û ji civakê re îsbat kir ku jin dikarin di hemû waran de bixebitin.

Li gorî ku endama rêveber a Karîgeriya Veguhastinê Hala El-Hisên tekez kir, tê texmînkirin ku ji bo xurtkirina şarezahiyên jinan li ser kompîtur û fêrkirina ajotinê, dê dewreyên taybet ji bo jinan werin vekirin.

(şx)

ANHA