Komîteya Lihevanînê ya Şedadê navenda çareserkirina pirsgirêkan e

Komîteya Lihevanînê ya navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê ji 800 pirsgirêkî 500 çareser kirine.

Komîteya Lihevanînê ya Şedadê navenda çareserkirina pirsgirêkan e
11 îlon, 2018   06:00

TELAL HISÊN/HESEKÊ

Kevneşopiyên taybet ên her herêmekî heye, bi taybet herêmên rojhilatê Sûriyeyê. Ji ber taybemendiya wê ya êlî hemû pirsgirêkên xwe dûrî dadgehan çareser dike.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ev taybetmendî di ber çavan derbas kir û komîteyên lihevanîn û dada civakî  li hemû bajar û navçeyên Bakurê Sûriyeyê ava kir.

Yek ji wan komîteyên Lihevanînê, komîteya navçeya Şedadê. Komîte di 10'ê Tîrmeha 2018'an de hate avakirin. Ji du buroyan û 7 endaman pêk tê. Endamên wê rûspiyên êl û kaseyetên navdar ên navçeyê ne.

Ruxmî ku komîte nû hatiye avakirin lê heta niha 800 pirsgirêk pêşwazî kiriye jê 500 bi razîbûnê aliyên alaqedarî pirsgirêkê  çareser kirine

Têkildarî mijarê endamê Komîteya Lihevanînê û Dada Civakî Ehmed El-Mihêsin got: "Em hewl didin beyî mudaxeleya dadgehan, bi nîqaşan bi her du aliyan re nakokî çareser bikin."

Piraniya dozên ku hatine çareserkirin dozên girêdayî mîrat û tolhildanê ne.

Her wiha El-Mihêsin destnîşan kir ku ji girîngtirîn doza ku çareser kirine, doza tolhildanê di navbera u êlên El-Miamre û El-Hêb e. Ev nakokî di nav bera her du êlan de 4 sal dom kiriye.

El-Mihêsin diyar kir ku rojana 10 doz werdigrin û li gorî girîngiya her dozekî derfetan çareser dikin.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Xelef El-Ehmed diyar kir ku ew ji ber ku komîte gelek doz çareser kiriye, serdana komîteyê kir.

Têkildarî heman mijarê welatiyê bi navê Hesen El-Nasir pesna xebatên komîteyê kir û serkeftin ji wan re xwest.

(şx)

ANHA