Pirsgirêka ne başiya cureyê nan a Minbicê çarser bû

Şêniyên Minbicê ji ber nebaşiya cureyê nan bi gilî û gazinc bû. Rêveberiya Firnan ji bo çareseriya vê pirsgirêkê laboratoriyeke kontorlkirina ard vekir.

Pirsgirêka ne başiya cureyê nan a Minbicê çarser bû
11 îlon, 2018   06:30

KAMÎRAN XOCE/MINBIC

Şêniyên bajarê Minbicê ji ber nebaşiya nan ku bihna tirşbûnê jê dihat û zû telef dibû bi gilî û gazinc bûn. Rêvebriya Firnan a Minbicê ji bo başkirina cureya nan û ji bo naskirina sedemên nekalîteya nan laboratoriyeke kontorlkirina ard vekir.

Têkildarî vê mijarê Cîgera Hevserokatiya Komîteya Aborî ya Minbicê û endamê rêveber ê Rêveberiya Firin û Aşan Sadiq Emîn destnîşan kir ku hewcedarî hebû ku cureya nan baş bikin û pirsgirêka nan û ard li bajêr çareser bikin, ji ber wê laboratoriyeke kontorlkirina ard vekirin.

Di laboratoriya kontorlkirinê ya yekemîn a ard de ya diyar bû ku gelek ax û nebijînên mehdenî di nav ard de hene û teneya genim baş nehatiye paqijkirin.

Piştî zanîna sedemê, rêveberiyê ji xwediyên 7 aşan xwest ku xebatên hêrdina genim baş bikin. 

Şêniyên Minbicê ji beriya sal û nîvekê ji ber pirsgirêka ne başiya cureya nan bi gilî û gazinc bû.

Derket holê ku aş ji ber nebicihanîna pîvanên paqijî û hêrana genim sedema vê pirsgirêkê ne.

Sadiq Emîn da zanîn ku piştî çareserkirina pirsgirêkê şênî rihet bûne. Her wiha diyar kir ku tenê pirsgirêka makenîzmeya veguhestina nan ji firinê ma ye.

Ji bo wê jî Rêveberiya Firin û Aşan şîret li kesên ku nan belav dikin ku her 5 tûrên nan dînin ser hev da ku nan hûr nebe.

Ji ber xebatên Rêveberiya Firin û Aşan, kalîteya nan a firina Minbicê ji berê baştir bû. Firin rojane di nav bera 35 heta 46 hezar turbe nan derdixîne(hildiberîne). Yanî di nav bera 35 heta 40 ton ard mezaxt dike.

(şx)

ANHA