‘Ocalan bi fikirê xwe azad e û bi mîlyonan şopdarên wî ne‘

Şêxê eşîreya El-Bûesaf Ubeyd Xelîl El-Xelef El-Hesan tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: " Pêkanîna fikirê Ocalan li tevahî Sûriyeyê rêya xelasiya ji şer û wêrankirina bi salan tê jiyankirin e."

‘Ocalan bi fikirê xwe azad e û bi mîlyonan şopdarên wî ne‘
11 îlon, 2018   05:30

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Şêx Ubeyd El-Hesan di hevdîtineke xwe de li gel ajansa me (ANHA) got, ne ji Ocalan baye Bakurê Sûriyeyê nedighiştin vê astê ji azadî û xwe birêveberinê û banga azadkirina wî li dewleta Tirk a dagirker kir.

Şêx Ubeyd bal kişand ku dewleta Tirk ji destpêka aloziyê ve, dest li Sûriyeyê wer dide, da ku mozayika civaka Sûriyeyê xirab bike û wiha bi lêv kir: "Sedema sereke ya bê aramiya li Sûriyeyê dewleta Tirk bi xwe ye. Dewleta li ser hesabê xwîna zarên Sûriyeyê berjewendiyên xwe pêk tîne."

Şêx Ubeyd El-Hesan tekez kir ku ew wekî şêxeşîreyên Sûriyeyê ji bo azadiya Ocalan gelek caran derketin xwepêşandanan û anî ziman ku çalakiyên wan dê berdewam bin ta Ocalan were azadkirin.

Şêx êla El-Bû Esaf her wiha got: "Ne ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan baye, jiyana hevbeş û biratiya gelan li Bakurê Sûriyeyê pêk nedihat, ji ber ku sîstema ku niha li Bakurê Sûriyeyê hatiye pêkanîn xwe dispêre ramanê Ocalan. Pêkanîna fikirê Ocalan li tevahî Sûriyeyê rêya xelasiya ji şer û wêrankirina bi salan tê jiyankirin e."

Şêx Ubeyd di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk dikarî bû Ocalan dîl bigire lê ew bi fikirê xwe azade û ev tişt got: "We Ocalan girtiye, bi mîlyonan mîna Ocalan hene, ku fikirê wê yê azadiya gelan hilgirtine."

Şêx Ubeyd Xelîl El-Xelef El-Hesen, di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî, hiqûqa mafê mirovan kir ku rewşa tenduristî ya Ocalan aşkere bikin û wê azad bikin.

(bb)

ANHA