Ciwanên Amûdê berxwedana Efrîn û Îmralî silav kirin

Yekitiya Ciwanên Rojava û Yekitiya Jinên Ciwan li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo bi diruşma "Bi rihê berxwedana Îmralî em Efrîn ji dagirkeriya Tirkiyeyê rizgar bikin" meşeke li darxist.

Ciwanên Amûdê berxwedana Efrîn û Îmralî silav kirin
Ciwanên Amûdê berxwedana Efrîn û Îmralî silav kirin
Ciwanên Amûdê berxwedana Efrîn û Îmralî silav kirin
Ciwanên Amûdê berxwedana Efrîn û Îmralî silav kirin
Ciwanên Amûdê berxwedana Efrîn û Îmralî silav kirin
Ciwanên Amûdê berxwedana Efrîn û Îmralî silav kirin
Ciwanên Amûdê berxwedana Efrîn û Îmralî silav kirin
10 îlon, 2018   18:21

QAMIŞLO

Yekitiya Ciwanên Rojava û Yekitiya Jinên Ciwan, di çarçaoveya Pêngava "Serî Hilde" de ya, bi armanca silavkirina Berxwedana Efrînê û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin meşek li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê li dar xist.

Bi dehan ciwanên navçeyê, tevî şêniyan beşdarî meşê bû.

Meş ji ber navenda Yekitiya Ciwanên Rojava ya Şehîd Dilşêr ber bi çerxeriya Jina Azad ve dest pê kir. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Ciwanên Rojava û Yekitiya Jinên Ciwan hatibûn hildan û dirûşmeyên "Em dewleta Tirk û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin, Bê serok jiyan nabe, Em berxwedana Îmralî û Efrînê silav dikin û em şargirtên Ocalan in" hatin avêtin.

Meş li kolanên navçeyê gireya û li çerxerêya Jina Azad a navenda navçeyê veguherî mîtîngê.

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Yekitiya Ciwanên Rojava û Yekitiya Jinên Ciwan daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Yekitiya Ciwanan a navçeya Amûdê li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe ava kirin, her wiha hate diyarkirina ku pêngava "Serî Hilde" bi armanca rakirina tecrîda li dijî Ocalan hatiye îlankirina .

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe azadiya Ocalan ji girtîgehên faşîzmeya Tirkiyê berdewam bikin.

Yekitiya Ciwanên Rojava û Yekitiya Jinên Ciwan bang li ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê kirin ku ji bo azadiya Ocalan, li hemberî xeta îxanetê serî hildin.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Îmralî û Efrînê bi dawî bû

ANHA