Zêdeyî 300 malbat ji Idlibê ber bi Efrînê ve koçber bûn

Bi sedan malbat ji parêzgeha Idlibê ji ber êrîşên hawayî yên rêjîma Sûriyeyê yê xwe li kantona Efrînê girtin.

Zêdeyî 300 malbat ji Idlibê ber bi Efrînê ve koçber bûn
10 îlon, 2018   18:44

EFRÎN

Çavkaniyekî ji parêzgeha Idlibê ji ajansa me (ANHA) re diyar kir bi sedan malbat ji Idlibê ji ber êrîşên rêjîma Sûriyeyê yên li ser herêmê ber bi navenda bajarê Efrînê û herêma Cindirêsê, Bab û Ezazê ve koç kirin.

Heman çavkaniyî destnîşan kir ku ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji bo koçberan derbasî kantonê bikin 200 dolarî distînin.

Li gorî çavkaniyan, zêdeyî 300 malbatî xwe li navenda bajarê Efrînê û herêma Cindirêsê girtine.

ANHA