Salvegera 25‘ emîn a damezrandina MLKP‘ê li Kobanê hate pîrozkirin

Partiya Marksîst Lenînîst û Komunîst (MLKP) salvegera xwe ya 25’emîn li bajarê Kobanê pîroz kir.

Salvegera 25‘ emîn a damezrandina MLKP‘ê li Kobanê hate pîrozkirin
Salvegera 25‘ emîn a damezrandina MLKP‘ê li Kobanê hate pîrozkirin
Salvegera 25‘ emîn a damezrandina MLKP‘ê li Kobanê hate pîrozkirin
Salvegera 25‘ emîn a damezrandina MLKP‘ê li Kobanê hate pîrozkirin
10 îlon, 2018   17:40

KOBANÊ

Bi boneya 25‘ emîn salvegera damezrandina Partiya Marksîst Lenînîst û Komunîst (MLKP) şahiyek li parka Şehîdên Persûsê ya navenda bajarê Kobanê  hate li darxistin.

Bi sedan di şahiyê de amade bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê MLKP‘ ê Arjîn Rojava axivî û salvegera  damezrandina partiyê pîroz kir û got:"Em di qonaxeke dîrokî de derbas dibine,  çavên dijmin li ser xaka Rojhilata Navîne. Di heman demê de hewl didin şoreşa Bakurê Sûriyeyê têk bibin. Ji dostên şoreşgerî em hêzê digirin, her wiha em hebûn û tevilêbûna wan kêfxweş dibin. Lê pêwîste em dijminên xwe nas bikin."

Di şahiyê de  sinvizyonek di derbarê xebatên MLKP ê de hate nîşan dan.

Her wiha koma  Kevana Zêrîn ya Çand û Hûnera Baqî Xido ya bajarê kobanê û komên din stran û dîlanên xwe pêşkêş kirin, beşdaran jî li ber stranan xelekên govendên gerandin

 Şahî bi dûrişmeya  silavkirina MLKP‘ê bi dawî bû.

(şm/sn)

ANHA