Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Hêzên rêjîmê û balefirên Rûsya duh bi dijwarî deverên agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê topbaran kirin û bi vê yekê têkliyên di navbera Mosko û Enqereyê de li ber têkçûnê ne. Bi taybet Enqere li hemberî Rûsya dernakeve û daxuyaniyên wê tenê ji bo bêdeng nemîne.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
10 îlon, 2018   07:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng kirin. Rojnameyan bal kişandin ser rewşa dawî li parêzgeha Idlibê û êrîşên rêjîmê û Rûsya li deverên agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê. Her wiha behsa xwepêşandanên li El-Besra ya Iraqê  hatine lidarxistin û nêzîkbûna di navbera herdu bilokên El-Sedir û El-Amirî de kirin. rojnameyan behsa aloziya Yemenê û rewşa Filistînê jî kirin.

Şerq El-Ewsat: Rêjîm bi topbarankirina derdora Idlibê amadekariya êrîşê dike

Rojnameyan behsa rewşa dawî li parêzgeha Idlibê û derdora wê kirin. rojnameya Şerq El-Ewsat li ser navê welatiyan û hawarçûyînan ragihand ku balefirên Rûsya û Sûriyeyê êrîşên xwe yên ezmanî bi dijwarî li gundewarên Idlib û Hemayê pêk anîne, nemaze piştî ku lûtkeya Îranê, Tirkiye û Rûsya li Tehranê têk çû.

Rojnameyê destnîşan kir ku rêjîma Sûriyeyê duh amadekariya qonaxa yekemîn a şerê vegerandina serweriya li ser riya Humis û Helebê dest pê kir û êrîşên ezmanî li dijî deverên rojavayê riya sereke pêk anîn.

Rojnameya El-Heyat: Enqere hewl dide "muhleta çareseriyê" li Idlibê dirêj bike

Rojnameya El-Heyat bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê ji rewşa li Idlibê û wiha got: "topbarana Rûsya û Sûriyeyê li dijî parêzgeha Idlibê têkliya di navbera Mosko û Enqereyê de ber bi têkçûnê ve dibe. Hin kesên opozîsyona Sûriyeyê Tehran tewanbar kirin ku çareserkirina kêşeya Idlibê têk biriye.

El-Ereb El-Londoniyê: welatiyên Idlibê di navbera hêzên rêjîmê û sînorê Tirkiyeyê yê girtî de asê mane

Rojnameya El-Ereb ji aliyê xwe ve behsa rewşa mirovahî li Idlibê kir, nemaze ji ber girtina sînor li pêşiya koçberan û ragihane ku ew berpirsyariya wan nagire ser xwe û wiha got: "Netewên Yekbûyî hişyarî da ku di encama çalakiyeke leşkerî de dibe ku 800 welatî neçarî koçberiyê bibin. Çavdêran diyar kirin ku Tirkiye li hemberî Rûsya dernakeve. Çavdêran destnîşan kir ku daxuyaniyên şermezarkirinê yên rayedarên Tirkiyeyê diyar dibe ku tenê ji bo bêdeng nemîne. Tirkiye gelek caran danûstandina xwe bi awayekî pragmatîk nêzî keysbaziyê bi rewşa li Sûriyeyê re dide meşandin. Tirkiye hewl dide beşekî ji Sûriyeyê bixwe û li hemberî daxwazbilindiyên Kurdan derbikeve ku weke metirsiya herî mezin li hemberî ewlehiya xwe binav dike.

Şerq El-Ewsat: Çalakvanên El-Besra ji girtinê ditirsin.. û metirsiya vegera xwepêşandanan

Girêdayî mijarên Iraqê  rojnameya Şerq El-Ewsat behsa xwepêşandanên li El-Besar kirin û got ku tevî vegera jiyana normal li bajêr, lê hêjî metirsiya vegea xwepêşandanan heye. Her wiha çalakvan ditirsin ku li hemberî çalakiyên girtinê rû bi rû bimînin. Sefareta Amerîka li Bexdayê hişyareyeke ewlehî ya nû da û bang li karmendên balyozxaneya xwe ya li El-Besra kir ku tev negerin.

El-Heyat: nêzîkbûna El-Sedir û El-Amirî "girêdesta Silêmanî" vedijîne

Girêdayî xebatên avakirina biloka mezintirîn di parlemana Iraqê  de rojnameya El-Heyat li ser navê hin çavkaniyên Iraqê  ragihand ku nêzîkbûnek di navbera serokê hevbendiya "Saîrûn" Muqteda El-Sedir û serokê hevbendiya "El-Fetih" Hadî El-Amirî de pêk hatiye. Bi vê nêzîkbûnê jî şansên Heyder Ebadî ji bo di paya serokwezîrtiyê de bimîne kêm dibin, nemaze piştî ku herdu bilokan banga istîfaya wî û vegera "girêdesta Silêmanî" kirin.

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameya El-Ereb behsa pêkanbûna çareseriya leşkerî kir piştî ku danûstandin têk çûn û wiha got: "Vebijêra çareseriya leşkerî piştî têkçûna hewldanên navnetewî ya danûstandinên Cinêvê di navbera aliyên Yemenê de careke din derket holê".

EL-HEYAT: Şandeyên Filistînê li Qahîre danûstandina lihevhatinên Filistînî didomînin

Girêdayî mijara Filistînê rojnameya El-Heyat ragihand ku di pêngaveke nû de tiraksan devera berava bajaroka Lahiya ya Xezê rast kirin da ku kampeke girêdayî Desteya Niştimanî ya Bilind a meşên vegerê û şikandina ambargoyê li vir were avakirin. Piştre şandeyên ji herdu eniyên "gelêrî" û "demokratîk" berê xwe dan Qahîre da ku danûstandinên lihevhatinên Filistînê bidomînin.