Li Başûrê Kurdistanê propagandaya hilbijartinan di 11`ê Îlonê de destpê dike

Li Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartina ku wê 30’ê Îlonê bihata kirin 11’ê Îlonê pêvajoya propagandakirinê destpê dike.

Li Başûrê Kurdistanê propagandaya hilbijartinan di 11`ê Îlonê de destpê dike
10 îlon, 2018   07:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Komîyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar li Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê pêvajoya propagandaya Hilbijartina Parlemetoya Herêma Kurdistanê ya ku wê 30’ê Îlonê bê kirin 11’ê Îlonê destpê dike.

Şêrwan diyar kir ku divê hemû partî bi awayekî azad propagandaya ku wê 11’ê Îlonê destpê bike, bi rê ve bibe.

Her wiha Şêrwan bibîr xist ku ji bo hilbijartina ku wê 30’ê Îlonê destpê bike jî weke komîsyon xebatên xwe didomînin û got: “Ji bo şopandina hilbijartinê jî desteya me amade ye. Deste wê di pêvajoya propagandayê de îxlalan tomar bike.ʺ