Bi nexş û nimûşan li ber xwe dide

Abdîn Nûrî Ebdulhemîd 63 salî ye, li navçeya Til Rifet a Şehbayê ye, bi tenê di odeyeke biçûk de dimîne û li ser textan nexşan çêdike. Nexşên wî asta hovîtiya dewleta Tirk û berxwedana gelê Efrînê nîşan didin.

Bi nexş û nimûşan li ber xwe dide
Bi nexş û nimûşan li ber xwe dide
Bi nexş û nimûşan li ber xwe dide
Bi nexş û nimûşan li ber xwe dide
Bi nexş û nimûşan li ber xwe dide
Bi nexş û nimûşan li ber xwe dide
Bi nexş û nimûşan li ber xwe dide
Bi nexş û nimûşan li ber xwe dide
10 îlon, 2018   06:51

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Bi dijwariya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê re, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonê ji bo ewlekariyê şêniyan bang li wan kir ku xwe bigihînin Şehbayê, Abdîn Nûrî Ebdulhemîd di nava şêniyên ku berê xwe dane Şehbayê bû.

Abdîn Nûrî Ebdulhemîd 63 salî ye. Hemû ferdên malbata Abdîn derketine Danîmarkayê, lê wî nexwest ji welatê xwe derkeve, niha li navçeya Til Rifet a Şehbayê ye, bi tena xwe di odeyeke biçûk de dimîne.

Ebdulhemîd li ser textan nexşan çêdike, hemû tiştê di bala wî de, bûyerên rû didin û hwd. bi rêya nexşandina li ser textan parve dike.

Abdîn piştî ku bi çavên xwe êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dibîne, êdî bi nexşan qala asta hovîtiya dagirkeran û berxwedana Efrînê dike.

Ji ber kêmbûna derfetan, Ebdulhemîd ji bermahiyên xaniyên hilweşiyayî tabloyên xwe rêz dike, destpêkê talîmatên îslamê rasteqîn bi nexşeyên xwe diyar dike, ta ku îspat bike ku îdiayên dewleta Tirk ên der barê îslamê de derew derxe û diyar kir ku ew dixwaze bi vî karî îslama rast, ne ya ku Tirkiye îdia dike derxe pêş, her wiha pîroziyên îslamê biparêze.

Ebdulhemîd destnîşan kir ku zarok li derdora wî kom dibin û êş û bîranên xwe pê re parve dikin. Her wiha anî ziman ku wî bi sedan gulên sînayê kom kirine û bi rengên ala kurdî rengîn kiriye da ku pêşkêşî şervanên YPG, YPJ û QSD‘ê bike, dema Efrîn were rizgarkirin.

Abdîn Ebdulhemîd di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Derfeta derketina welatên derve bi dest min dikeve lê naxwazin, dixwazim li ser li Efrînê li ser axa berxwedanê bijîm."

ANHA