Dewleta Tirk dibe sedem ku ava kanalîzasyonê ji bo çandina zebzeyan bi kar bînin

Li ser çemê Xabûr ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate qutkirin û li şûna wê ava kanalîzasyonan hate berdan, çandiniya sebze tê kirin û sebze li sûka Serêkaniyê tên firotin. Li gel hewldanên saziyên eleqedar jî heta niha çandina sebze nehatiye rawestandin.

Dewleta Tirk dibe sedem ku ava kanalîzasyonê ji bo çandina zebzeyan bi kar bînin
Dewleta Tirk dibe sedem ku ava kanalîzasyonê ji bo çandina zebzeyan bi kar bînin
Dewleta Tirk dibe sedem ku ava kanalîzasyonê ji bo çandina zebzeyan bi kar bînin
Dewleta Tirk dibe sedem ku ava kanalîzasyonê ji bo çandina zebzeyan bi kar bînin
Dewleta Tirk dibe sedem ku ava kanalîzasyonê ji bo çandina zebzeyan bi kar bînin
Dewleta Tirk dibe sedem ku ava kanalîzasyonê ji bo çandina zebzeyan bi kar bînin
Dewleta Tirk dibe sedem ku ava kanalîzasyonê ji bo çandina zebzeyan bi kar bînin
Dewleta Tirk dibe sedem ku ava kanalîzasyonê ji bo çandina zebzeyan bi kar bînin
10 îlon, 2018   06:37

BÊRÎTAN MEDÛSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Çemê Xabûr, çemek bû ku ji kaniyek navçeya Serêkaniya (Ceylanpinar) bakurê Kurdistanê, di ber Til Helef re derbasî navçeya Serêkaniyê ya rojavayê Kurdistanê dibû. Çemê Xabûr ji Serêkaniyê derbasî Hesekê, ji wir jî di Şedadê re derbasî Dêrazorê, li wir jî derbasî çemê Firatê dibû. Li navçeya Serêkaniyê ya Rojava jî 360 kanî tev lê Xabûrê dibûn. Li gorî agahiyên me ji gelê herêm girtin, çemê Xabûr heta sala 1995’an jî çemekî mezin, paqij û zelal bû. Gelê herêmê ji çem av vedixwar, masî digirtin û pê çandinî dikirin. Dewleta Tirk a dagirker bi kolana 4 hezar bîrên behrî (ku di navbera 1000- 1500 metre de kûr tên kolandin), çêkirina bend û kanalan, çîmento xistina kaniyan, ava binerdî ya Serêkaniyê qut kir. Piştî van kiryarên dewleta Tirk a dagirker 360 kaniyên li Serêkaniyê miçiqîn. Dewleta Tirk a dagirker bi çêkirina bend û kanalan pêşiya çemê Xabûr girt. Ava Serêkaniyê û çemê Xabûr di salên 2000’î de ji binî ve qut bû.

Piştî ku di sala 2013’an de çeteyên Cebhet El-Nusra ji Serêkaniyê hatin derxistin, dewleta Tirk a dagirker di kanala çemê Xabûr re ava kanalîzasyonê berda ser rojavayê Kurdistanê. Niha çemê Xabûr bi temamî qut bûye û li şûna wî ava kanalîzasyona Tirkiyeyê diherike Rojava.

Di mehên havînê de ava kanalîzasyonê 8 km dirêj diherike û di zivistanê de jî bi ava baranê re hetanî Dêrazorê diherike. Ev çemê ava qirêjî bêhnê belavî derdorê dike, kermêşên li ser mezin dibin zirarê didin derdorê. Lê ya herî giring jî di Serêkaniyê de dirêjiya 8 km zeviyên çandiniya sebze li ser ava kanalîzasyonê tê çandin. Gel jeneratoran datînin ser ava kanalîzasyonê û zeviyên xwe pê av didin. Li gorî agahiyên me ji gelê bajaroka Til Helef girtin, gundên derdorê sebzeyên xwe bi ava kanalîzasyonê ava didin û ew zebze jî yekser tên sûka Serêkaniyê.   

‘Xetereyeke mezin li ser tenduristiyê çêdike’

Der barê çareserkirina pirsgirêkê de hevserokê Meclisa bajaroka Til Helef Ebdullqadir Ebdullqadir agahî dan. Ebdullqadir diyar kir ku ew wek kesek ku beşê tenduristiyê xwendiye jî dibîne ku av zirareke mezin dide tenduristiya gel û wiha got: “Ev av dibe sedema navçûn, penceşêr, di xwînê de bakteriyên xirab çêdike, jiberçûna jinên ducanî û gelek nexweşiyên din.”

Her çendî Rêveberiya Xweser xwest ji bo rawestandina ava kanalîzasyonê bi rayedarên Tirk re bikeve nava têkiliyan de jî ji ber politikaya Tirkiyeyê ya li dijberî Kurdan ev rûniştin pêk nehat. Ev nêzî 4 sal e çandinî li ser vê ava qirêj tê kirin. Ji beriya mehekê ve Rêveberiya Çandinî û Sewalkariyê ya Serêkaniyê xwest çandiniya bi ava qirêjî rawestîne.

Li gorî agahiyên me ji saziyên eleqedar ên Şaredariya Til Helef, Şaredariya Serêkaniyê, Dadgeh û Komîteya  Tenduristiyê girtin, di serê meha Nîsanê de Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê ji bo qedexekirina sebze, fêkî  û tiştên xwarinê li ser avên qirêj ji hemû şaredariyên herêmê re hişyarî rêkir. Piştî wê Şaredariya Serêkaniyê heman hişyarî li şaredariyên navçe û bajarokên herêma Serêkaniyê belav kir. Şaredariya Til Helef jî di 14’ê Nîsanê de hişyarî da cotkarên ku li ser ava kanalîsazyonê sebze diçînin. Hîn wê demê çandinî nehatibû kirin.

Lê cotkaran ev hişyarî di ber çavan re derbas nekir û çandiniya xwe bi rêyên dizî (Ji şaredariyê re digotin em bi ava bîran av didin, lê ava kanalîzasyonê bikar tanîn) berdewam kirin. Piştî ku şaredarî  bi vê yekê hesiya, di 30’ê Hezîranê de li gel Şaredariya Serêkaniyê, Asayîşa Til Helef, Komtîteya Tenduristiyê û Komîteya Ekolojî ya Serêkaniyê çûn ser zeviyan. Şaredariyê xwest bi dozeran (treks), erdê rake, lê  cotkaran nehîştin.

Şaredariyê di 1’ê Tebaxê de li cotkaran gilî kir û doz rakirin Dadgeha Serêkaniyê. Dadgehê di rûniştina yekem de ku 29’ê Tebaxê pêkhat, cotkar hişyar kirin ku bi şaredariyê re rûnin û pirsgirêkê çareser  bikin. Lê heta niha pirsgirêk çareser nebûye, çandinî berdewam dike.  

Doz hîn jî li cem dadgehê ye û dê di 1’ê Cotmehê de li gorî encamên rûniştina şaredarî û cotkaran biryarê bide.

ANHA