Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê karîgeriyeke nû vekir

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Dêrazorê karîgeriyeke xwe li gundewarê rojhilatê devera El-Bisêra bi merasîmekê vekir da ku çavdêriya karûbarên çandiniyê yên herêmê bike.

Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê karîgeriyeke nû vekir
Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê karîgeriyeke nû vekir
Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê karîgeriyeke nû vekir
Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê karîgeriyeke nû vekir
9 îlon, 2018   11:51

DÊRAZOR

Bi armanca piştgirî û alîkariya beşa çandiniyê û pêşxisitina asta hilberînê û alîkariya cotkarên gundewarên rojhilatê Dêrazorê, Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Dêrazorê îro li devera El-Bisêra karîgeriyeke xwe bi merasîmekê vekir.

Di merasîmê de hevserokên Komîteya Çandiniyê Şêrîn Siûd û Mihemed Xêr û endamên meclîs û bi dehan welatiyên El-Bisêra û gundên derdorê û rêveberên hêzên Ewlehiya Hundirîn amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevserokê Komîteya Çandiniyê Mihemed Xêr vekirina karîgeriyê li hemû cotkar û welatiyên herêmê pîroz kir û got ku pêşxistina çandiniyê li herêmê hestîpişta pêşxistina aboriya herêmê ye û wiha anî ziman: "Em ê bi hemû hêz û derfetên xwe alîkariyê ji cotkaran re bikin da ku di salên pêş de hilberîneke baştir wergirin.”

Piştre deriyê karîgeriyê ji aliyê hevserokên Komîteya Çandiniyê Şêrîn Siûd û Mihemed Xêr ve hate vekirin û şêranî li beşdaran hate belavkirin.

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê ji dema hatiye damezirandin ve bi hemû derfetên xwe hewl dide alîkariyê bi welatî û cotkarên herêmê re bike.

ANHA