Xwendekarên zimanê kurdî dest bi ezmûnan kir

Îro 201 xwendekarên her sê astên zimanê kurdî yên kantona Şehba û navçeya Şêrawa, dest bi ezmûnan kir.

Xwendekarên zimanê kurdî dest bi ezmûnan kir
8 îlon, 2018   11:52

ŞEHBA

201 xwendekarên her sê astên zimanên kurdî li kantona Şehba û gundên navçeya Şêrawa piştî dewreyeke perwerdeyê ya 2 mehan, dest bi ezmûnên xwe kir.

Li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê 77 xwendekar, li Arfad (Til Rifeet) 41 xwendekar û li navçeya Ehrezê 38 xwendekar û li navçeya Şêrewa jî 45 xwendekar beşdarî ezmûnan bûn.

Li gorî mamosteyê zimanê kurdî Mihemed Ebdî xwendekarên asta sêyemîn ên serkeftî dê derbasî dewreyeke nû ya amadekirina mamosteyan bibin da ku cihê xwe di nava kadroya perwerdeyê ya sala nû de bigirin.

ANHA