Ji fermandarê giştî yê QSD'ê biryarên leşkerî yên girîng

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî 5'ê Îlonê fermaneke leşkerî da hemû aliyên têkildarî pêkhateyên QSD'ê. Di fermanê de gelek bend hatine nivîsandin û tê de piştrast dike ku QSD li gorî hemû qanûn û pîvanên hevpeymanên navneteweyî tev digere da ku zarokan ji metirsî û kambaxiyên şeran biparêze.

Ji fermandarê giştî yê QSD'ê biryarên leşkerî yên girîng
8 îlon, 2018   08:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi daxuyaniyekê piştrast kir ku hêzên wan li gorî hevpeymana mafên zarokan ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1989'an de derxistiye û protokola pêveka girêdayî bikaranîna zarokan di şerên çekdar de tev digerin. Her wiha li gorî perspektîfên sekreterê giştî yê NY’yê di rapora salane ya der barê zarokan û şerên çekdar de ya bi hejmara (s/72/361) û biryara Konseya Ewlehiyê ya bi hejmar 1612 ku di sala 2005'an de hatiye derxistin û biryarên konseyê yên der barê zarokan û şerên çekdar de tev digerin.

Di fermana leşkerî ya fermandarê giştî de hejmareke perspektîf ji hemû pêkhate û teşkîlatên leşkerî yên QSD'ê re hatine şandin. Tê de bi temamî leşkerkirina zarokan ên temenên wan di bin 18 saliyê de, di nava refên QSD'ê de qedexe dike, her wiha pêkanîna mercên endamtiyê û beşdarbûna nava QSD'ê li gorî rêziknameya wê diyar dike.

Di fermana leşkerî de hate gotin ku endamên ku temenê wan kêmtirî 18 saliyê bin eger di nava QSD'ê de hatin dîtin, tavilê hewaleyî aliyên têkildar tên kirin, ên wekî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her wiha sicila wî bi temamî tê wergirtin û ev agahî di sicîlên leşkerî yên giştî yên QSD'ê de tên qeydkirin. Nemaze piştî ku were piştrastkirin ku ev endam temenên wan kêmtirî 18 saliyê ne û fermandariya giştî tê agahdarkirin.

Di fermana leşkerî de hate xwestin ku rêveberiya darayî ya QSD'ê divê mûçeyên kêmtemenan rawestîne û tavilê fermandariyê agahdar bike, eger rewşeke wisa rastî wan hat. Her wiha buroyeke agahiyan li ba fermandariya her devereke leşkerî were vekirin da ku pêşwaziya giliyan ji malbatên kesên temenên wan kêmtirî 18 salî ne, yên di nava QSD'ê de wergirin û pêwîst bersiva van malbatan bidin piştî ku lêpirsîna van giliyan fermî tên kirin.

Fermana leşkerî agahî ji Rêveberiya Asayîşa Leşkerî û Dîsîplîna Leşkerî re şand da ku subay û fermandarên leşkerî yên li gorî vê fermanê tev nagerin bigirin û tedbîrên cezakirinê der heqê wan de bigirin.

Kopiyên fermana leşkerî ya fermandarê giştî ya QSD'ê Mezlûm Ebdî ji van aliyên jêrîn re hatin şandin:

1- Fermandarên QSD'ê yên li Fermandariya Herêma Başûr, Fermandariya Herêma Navîn, Fermandariya Herêma Rojava, Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê, Rêveberiya Arşîv û SicÎlên Leşkerî, Rêveberiya Darayî ya Leşkerî, Rêveberiya Asayîşa Leşkerî.

2- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Neteweyên Yekbûyî (buroya sekretêrê giştî û Konseya Ewlehiyê).

ANHA