Bajarokê Cezaa pêwîstiya xwe bi navendeke tenduristiyê heye

Rewşa tenduristiyê li bajarokê Cezaa yê navçeya Til Hemîs a herêma Cizîrê hatiye paşguhkirin, şênî dibêjin pêwîstiya wan bi navendeke tenduristiyê heye.

Bajarokê Cezaa pêwîstiya xwe bi navendeke tenduristiyê heye
8 îlon, 2018   07:53

ŞEHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Navendên tenduristiyê yek ji saziyên herî girîng di aliyê xizmeta dermankirinê de ne. Ji ber ku xizmeta bi hezaran welatiyên gundan dikin lê li bajarokê Cezaa rewşa tenduristiyê hatiye paşguhkirin ji ber ku navendên tenduristiyê li Cezaa tune ne. Ji ber wê pêwîstiya bajarok bi navendên tenduristiyê heye.

Navendeke tenduristiyê li bajarokê Cezaayê hebû, lê piştî ku çeteyên DAIŞ'ê di dîroka 2013'an de dagir kir, navend hate rûxandin.

Berdevkê Komîteya Tenduristiyê Kemal Elî El-Camil da zanîn ku li bajarokê Cezaa bijîşk û navendên tenduristiyê tune ne û welatî zehmetiyê dikişînin.

El-Camil destnîşan kir ku bajarokê Cezaa di nîviyê herêmê de ye û rewşa tenduristiyê li wir hatiye paşguhkirin û pêwîstiya xwe bi bijîşkan, pîrekî û dermanfiroşan heye û wiha got: "Li herêmê tenê dermankirina nexweşiya laşmanyayê tê kirin."

El-Camil da zanîn ku pêwîstiya Cezaayê bi aşlekirina zarokan heye, hin caran jî jin erebeyan kirê dikin û diçin navçeyên Çilaxa, Til Koçer û Girkê Legê ku zarokên xwe aşle bikin lê ji ber ku hin caran an aşlekirin tune ye yan jî dema aşlekirinê di ser re derbas bûye, dor nagihîje zarokên wan.

Li gorî xwezaya herêmê, pêwîstiya gundên dûrî bajarokê Cezaa bi aktîfkirin û avakirina navendeke tenduristiyê heye, ji ber ku li van gundan navendên tenduristiyê tune ne.

Kemal El-Camil li ser dirêjiya rê di navbera nexweşxaneyên giştî û gundan de got ku dibe ku hin caran em nekaribin nexweşan bigihînin nexweşxaneyê, eger rewşa nexweş giran be û da zanîn ku rêya herî nêzî bajarok a Qamişlo û Çilaxa ye ew jî bi dehan kîlometre ji herêmê dûr e.

Kemal El-Camil bang li berpirsan kir ku navendên tenduristiyê, pirekê û dermanfiroşan li herêmê peyda bikin.

(jo)

ANHA