Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Daxwazên Erdogan di lûtkeya sêalî de ya di navbera Enqere, Moskov û Tehranê de ji bo ku rûreş nebe, têk çûn. Ebadî baş dizane ku her çi qas xwepêşandan li Iraqê gur bibin berjewendiyên wî yên siyasî pêk tên.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
8 îlon, 2018   07:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser girêdesta sêalî û nakokiyên Rûsya û Tirkiyeyê der barê çarenûsa Idlibê de. Rojnameyan her wiha behsa xwepêşandanên li Besrayê ya Iraqê û beşdarnebûna şandeya Hûsiyan di danûstandinên Cinêvê de kir.

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa encamên hevdîtinên Tehranê yên der barê çarenûsa Idlibê de kir û got ku serokên Îran, Tirkiye û Rûsyayê di lûtkeya Tehranê de nikaribûn nakokiyên xwe der barê parêzgeha Idlibê de çareser bikin. Serokê Îranê Hesen Rûhanî û serokê Rûsyayê Viladimîr Pûtîn ragihand ku pêwîst e hevkarê wan li Şamê serweriya xwe li ser parêzgeha Idlibê ferz bike. Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hişyarî da ku êrîşa li dijî Idlibê dê karesatekê bi xwe re bîne. Di encamnameya lûtkeyê de behsa daxwaza Erdogan a agirbestê nehat kirin. Pûtîn cuda bi Erdogan û Rêberê Îranê Elî Xaminî re civiya. Seroka vê mehê ya Konseya Ewlehiyê ya şandeya Amerîkayê Nikki Haley hişyarî da ku Îran û Rûsya dê rastî encamên kambax werin.

El-Ereb: Daxwazên Erdogan ên ji Rûsya û Îranê pûç bûn

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Ereb jî diyar kir ku daxwazên serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji lûtkeya sêalî ya di navbera Enqere, Mosko û Tehranê de ji bo rûreş nemîne û çareseriyekê ji xwe re peyda bike têk çûn. Çi der barê çarenûsa Idlibê de û çi jî der barê herêmên din ên Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya Enqereyê de ne, di bin hinceta sînordarkirina çalakiyên kurdan û parastina sînor de.

Rojnameyan li ser navê çavdêran diyar kir ku Erdogan wek tawanbarekî hatiye dîtin ku çareseriya li Idlibê asteng dike û bi hezaran leşkerên biyanî diparêze.

Çavdêr diyar dikin ku di lûtkeya Tehranê de herî zêde Erdogan têk çûye ku her tim hewl dida Tirkiyeyê wek aliyê herî zêde bibandor di dosyaya Sûriyeyê de ye. Lê Pûtîn rê li pêşiya wî girt da ku wêneyê xwe di lûtkeyê de spî bike. Çavdêran da zanîn ku ev têkçûna Erdogan dê wî neçar bike ku bi mercên Amerîkayê razî bibe. Pûtîn jî nîşan da ku ew xwediyê gotina dawîn di dosyaya Sûriyeyê de ye.

El-Heyat: Rûniştina awarte ya parlemana Iraqê bi beşdarbûna Ebadî û hin wezîran

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameyan bal kişand ser rûniştina awarte ya parlemana Iraqê û rojnameya El-Heyat diyar kir ku îro parlemana Iraqê rûniştineke awarte li dar dixe da ku bûyerên tundiyê yên li rex xwepêşandanên gel li parêzgeha Besrayê gotûbêj bike.

El-Ereb: Xwepêşandanên li Besrayê pêşbirka bikaranîna tevliheviyê di navbera Ebadî û Îranê de ye

Der barê xwepêşandanên li parêzgeha Besrayê de rojnameya El-Ereb diyar kir ku serokwezîrê Iraqê ku wîlayeta wî bi dawî bûye Heyder Ebadî derbasî pêşbirkeke dijwar bi Îranê re bûye û hewl dide pêla xwepêşandanên Besrayê di berjewendiyên xwe yên siyasî de bi kar bîne. Ebadî baş dizane ku her çi qas xwepêşandan gur bibin, ew qas dikeve berjewendiya wî ya siyasî.

Şerq El-Ewsat: Hûsî xwe giran digirin û Cinêv li benda wan e

Der barê beşdarbûna şandeya Hûsiyan di danûstandinên Cinêvê de rojnameya Şerq El-Ewsat li ser navê berdevkê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku şandeyê navnetewî yê taybet ji bo Yemenê Martin Griffiths bi wezîrê karên derve yê Yemenê ku serokatiya şandeya hikumeta Yemenê dike Xalid El-Yemanî re civiya û dozên wekî serbestberdana dîlgirtiyan gotûbêj kirin.

Her wiha hê jî li benda şandeya Hûsiyan in ku heta niha beşdarî danûstandinan nebûne.