Li Reqayê xebatên Navenda Sadkopê

Navenda Sadkop a gundewarên rojhilatê Reqayê bi hemû derfetên xwe hewl dide stasyonên sotemeniyê bi pêş bixe, her wiha ruxsetê dide da ku rê li ber keysbaziyê bigire. Navendê milyon û 200 lître mazot û 4 hezar û 800 cerên gazê li welatiyan herêma Keramê belav kirin.

Li Reqayê xebatên Navenda Sadkopê
Li Reqayê xebatên Navenda Sadkopê
Li Reqayê xebatên Navenda Sadkopê
8 îlon, 2018   06:56

FÎRAS TEYAWÎ / REQA

Sadkop ji 1‘ê Tebaxê ve ango piştî kêmbûna asta çemê Firatê, dest bi alîkariya cotkaran kir. Di vê çaroveyê de mazot pêşkêşî wan kir.

Navenda Sadkopê di meha Tebaxê de milyonek û 200 lître mazot bi buhayê her lîtreyek 55 lîreyên Sûriyeyê, li cotkaran belav kir. Belavkirina mazotê ku dê heya 15’ê mehê dewam bike, bi hevkariya komîteyên çandiniyê yên komîn û meclisan bi rê ve diçe, her cotkarek ji bo yek donim erd 3 lître mazotê digire.

Di mehan demê de navenda Sadkopê mazot li xwediyên projeyên biçûk û werşeyên pîşesaziyê belav dike. Her wiha bi hevkariya Komîteya Xizmetguzarî ya meclisên herêmî di meha Tebaxê de 4 hezar û 800 cerên gazê li şêniyên gundewarên rojhilatê Reqayê belav kir, ku her cerek bi 2 hezar û 500 lîreyan.

Rêveberê Navenda Sadkopê ya Keramayê Derwîş El-Hemûd girêdayî xebatên navendê wiha got: "Xebatên me yên pêşkêşkirina sotemeniyê ji bo welatiyan berdewam e, heya niha me xizmeteke baş pêk aniye. Sotemenî li cotkaran û xwediyên projeyên biçûk belav kiriye. "

(bb)

ANHA