Dibistana pîşeyî ji pêşwazîkirina xwendekaran re amade ye

Desteya Perwerde û Fêrkirinê li herêma Cizîrê amadekariyên xwe di dibistana amadehî ya pîşeyî de temam kirin û niha ji pêşwazîkirina xwendekaran re amade ye.

Dibistana pîşeyî ji pêşwazîkirina xwendekaran re amade ye
8 îlon, 2018   07:40

EHMED SEMÎR – ÎBRAHÎM EL-EHMED / QAMIŞLO

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê hemû amadekariyên taybet bi dibistana amadeyî ya pîşeyî li bajarê Qamişlo (Dibistana El-Xewarizmî ya Pîşeyî) bi dawî kirin û ji bo pêşwazîkirina xwendekaran di serdema xwendinê ya nû de amade ye.

Dibistana Pîşeyî ya bajarê Qamişlo di serdema beriya şoreşa Sûriyeyê û Şoreşa 19'ê Tîrmehê de tenê materyalên pîşekariyê didan meşandin. Ji destpêka sala 2011'an ve rêjîmê ev dibistan paşguh kiriye. Bi armanca xurtkirina pîşesaziyê li herêma Cizîrê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ji destpêka îsal ve dibistanê sererast dike û kadroyeke pispor amade dike. Tê payîn ku dibistan di 10'ê Îlona 2018'an de deriyên xwe ji xwendekaran re veke.

Hemû xwendekarên ku dibistana navîn bi dawî kirine, dikarin navê xwe di nava beşên dibistana pîşeyî de qeyd bikin. Xwendekar dê li gorî asta wan li ser beşan bêne belavkirin.

Perwerdekirina di dibistana pîşeyî de û materyalên jê re hatine amadekirin ji aliyê desteyê ve ye û bi awayekî akademîk û li gorî rêgezên perwerdeya li ser bingeha sîstema neteweya demokratîk li Bakurê Sûriyeyê hatine amadekirin. Rêveberiya dibistanê heftane waneyeke çand û exlaqê diyar kiriye, her wiha gelek mijarên girêdayî pêşxistina kesayetî û civakî.

Di dibistana pîşeyî de 5 pîşe hene û ew jî ev in; beşa kompîturê, beşa elektronîkê, beşa kehrebeyê, beşa mekanîk û beşa rastkirinê.

ANHA