Der barî operasyona li dijî şaneyên DAIŞ`ê biryarnameyek hate derxistin

Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê der barî qedexe derketina derve li bajarê Tebqa û gundewarên wê biryarnameyek derxist.

Der barî operasyona li dijî şaneyên DAIŞ`ê biryarnameyek hate derxistin
7 îlon, 2018   06:26

TEBQA

Meclisa Zagonsa a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê pêşniyara operasyona li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li herêma Tebqayê erê kir. Bi destpêkirina operasyonê, Komîteya Hundirîn a Tebqayê  bi biryarnameyekê qedexeya derketina derve li herêmê ragihand.

Di biryarnameyê de ev tişt hate gotin:

"Ji ber rewşên heyî ku aramî û ewlehiya bajarê Tebqa û gundewarên wê tevlî hev dike, piştî lêkolînan hate tekezkirin ku hindek rêxistinên terorî hewil didin çalakiyên xwe li herêmê zêde bikin.

Ji ber wê hêzên me yên ewlehî û leşkerî dê li bajêr û gundewarên wê û ji bo parastina ewlehî û aramiya welatiyan dest bi operasyonan bike.

Ji ber wê ev biryar hatin girtin:

1-Li bajarê Tebqayê û gundewarên wê qedexekirina tevgera çûyîn û hatinê ji 7`ê Îlona 2018`an ve ji saet 03:00`an de destpê kir.

2- Welatî ji saet 10 – 12 nîvor dikarin derkevin û pêwîstiyên xwe pêk bînin.

3-Ev biryarname ji dîroka derxistina wê heta demeke ne diyar dê were pêkanîn.

Di biriyarnameyê de cihê ku dê operasyonên ewlehî li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê lê were lidarxistin ne hatin diyarkirin, her wiha dîroka bidawîkirina operasyonê jî nehat diyarkirin.

(bx) 

ANHA