'Sûriyeya Pêşerojê partiyekî pêşeng e’

Berpirsê Partiya Sûriyeya Pêşerojê yê şaxê Tebqayê Musena Abdulkerîm got partiya wan  pêşeng e û dûrî saykolojiya partiya rêber e.

'Sûriyeya Pêşerojê partiyekî pêşeng e’
'Sûriyeya Pêşerojê partiyekî pêşeng e’
'Sûriyeya Pêşerojê partiyekî pêşeng e’
7 îlon, 2018   07:06

ABDULLREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Berpirsê Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Tebqayê Musena Abdulkerîm diyar kir ku Kongraya damezrîner a partiyê di 27'ê Adara Îsal de hate lidarxistin û wiha got: "Piştî ragihandina biryarên partiyê, me ji gelek kesayetên niştîmanî yên pêşeng ên ku beşdarî kongrayê bûn re diyar kir ku partî ne çêkerek rojhilatî yan rojavayî ye û razî nabe ku bibe amûrekî desthildarî  yan bibe rengê tevgerekê. Ji ber wê gelek kes ji Reqa, Heleb, Idlib ta bighêje Siweydayê felsefeya partiyê ji xwe re kirin bingeh."

Musena bi lêv kir ku navdêriya partiyê zêde dibe û wiha domand: "Ji ber serxwebûna biryara me ya siyasî navdêriya partiyê zêde dibe û ji bo em bighêjin hemû herêmên Sûriyê xebatên xwe didomînin."

Musena têkiliya partiyê bi MSD'ê re bi têkiliyek şirîk pênase kir û wiha got: "Armancên partiyê di rêveberiyên sivîl ên demokratîk de makenîzme û wesîleya bi cihanînê dibîne û ev jî bi hevkariya partiyên din pêk tê. Ji ber ku Partiya Sûriyeya Pêşerojê weke partiyek pêşeng dûrî saykolojiya partiya rêber dixebite."

Di berdewama gotinên xwe de Musena Abdulkerîm diyar kir ku xebatên partiyê li  ser 9 buroyan hatiye belavkirin (buroyên rêxistinî, rêxistinkirina jinê, rêxistinkirina ciwanan, têkiliyên giştî, ragihandin, darayî, fikrî, arşîf û belgekirin û buroya nirxandinan).

Hêjayî bibîrxistinê ye ku partî û bi rêya buroya ragihandinê gelek belavokên lidarxistina panelên gelêrî û semîner li ser pênaskirina partiyê û rêgezên wî belav kir.

Partiyê di destpêka meha Îlonê de buroya xwe li Tebqayê vekir.

(şx)

ANHA