Çandina garis nîvenîv kêm bû

Ji ber zêdebûna mesrefa çandina garis û nexweşiyên ku di nav de belav bûne, rêjeya çandina garis li gundewarên rojhilat ên navçeya Eyn Îsayê bi rêjeya ji sedî 50 kêm bû.

Çandina garis nîvenîv kêm bû
Çandina garis nîvenîv kêm bû
Çandina garis nîvenîv kêm bû
Çandina garis nîvenîv kêm bû
Çandina garis nîvenîv kêm bû
6 îlon, 2018   09:00

TIRKÎ EL-KALIT-MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Lêçûnên çandiniya garis li gundewarên rojhilat ên navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê spî li ser beravên çemê Belîx ji ber gelek sedeman zêde dibin.

Cotkar nêzî 6 heta 8 caran bi rêya motoran zeviyan av didin û her wiha buhayê tûrek ji tovên garis di navbera 32-55 hezar lîreyên Sûriyeyê de ye, tenê têra çandina 6 dinom zevî dike, ev jî li gorî cotkaran lêçûnê zêde dike.

Cotkar tovên ku ji Tirkiye hatine diçînin. Ji ber bêkalîtebûna tovan nexweşî di nav berhemê de belav dibin. Ji ber wê cotkar neçar dimînin, dermanên kurmikan zêdetirî carekê bireşînin û ew jî lêçûnê zêde dike.

Têkildarî mijarê cotkarên bi navên Mehmûd El-Zeyab û Xelîl El-Hoş ên ku ji bajarokê El-Elî Baciliyê yê girêdayî navçeya Eyn Îsayê, metirsiyên xwe ji ber telefbûna berhema garis mîna ya pembo anî ziman û destnîşan kir ku berhem bi rêjeya ji sedî 30 nexweşî di nav de belav bûye.  

Her wiha cotkaran bang li aliyên têkildar kir ku girtekên pêwîst ji bo rê li ber keysbaziya bazirganan bê girtin, bigirin.

Girêdayî mijarê hevserokê Komîteya Çandiniyê yê bajarokê Baciliyê Hîlal El-Qadir destnîşan kir ku ji ber xirabûna kargeha garis a tekane ya bajarê Reqayê ew nikarin karê xwe baş bikin.

(şx/ew)

ANHA