Li Dêrikê avahîsazî zêde dibe

Li herêma Dêrikê ya kantona Qamişloyê avakirina avahiyan zêde bûye, lê şênî ji ber bilindbûna buhayê avahiyan gazincên xwe tînin ziman.

Li Dêrikê avahîsazî zêde dibe
Li Dêrikê avahîsazî zêde dibe
Li Dêrikê avahîsazî zêde dibe
Li Dêrikê avahîsazî zêde dibe
Li Dêrikê avahîsazî zêde dibe
Li Dêrikê avahîsazî zêde dibe
Li Dêrikê avahîsazî zêde dibe
Li Dêrikê avahîsazî zêde dibe
6 îlon, 2018   08:59

ÎSAM ABDULLAH / QAMIŞLO

Gelek bajarên herêma Dêrikê ji aliyê şaredariyên gel ên rêjîma Sûriyeyê hatin paşguhkirin. Avakirin qedexe kiribû, ji bo ruxsetan gelek pere ji welatiyan dixwestin. Ji ber wê tevgera avakirinê paşde ket. Lê bi îlankirina Rêveberiya Xweser re û avakirina şaredariyên gel li gelek bajaran tevgera avakirinê bi pêş ketiye.

Firehkirina bajar li gorî planên rêxistinê yên nû ye

Li bajarê Dêrikê yê girêdayî kantona Qamişlo şênî bi awayekî zêde şiqeyan dixwazin. Ji ber wê şaredariyê plana rêxistinî ya şaredariyê berfireh kir û taxên derdora bajêr girtin nava wê.

Tevlêkirina wan taxan ji plana rêxistinî re tê wateya ku mirov dikarin li wê derê malên xwe li gorî zagonên ku ji aliyê şaredariyê ve hatine dayîn ava bikin. Şaredarî li wê derê avakirina binesaziyê, toreyên avê, toreyên kanalîzasyonê, toreyên kehrebeyê û her wekî din ji xizmetan girte ser xwe.

Li gorî mûtehîdê bi navê Hanî Sultan rola firehkirina plana rêxistinî di tevgera avakirinê de û pêşketina wê de li bajêr mezin bû û bi taybet piştî ku şênî bi awayekî zêde şiqeyan dixwazin.

Rewşa aram hişt avakirin bi pêş bikeve

Ji bilî ku şaredarî hewl dide plana rêxistinkirina bajêr fireh bikê, rewşa aramî û ewlehiya li herêmê yek ji sedemên sereke ku dihêle tevgera avakirinê bi pêş keve.

Wek ku tê zanîn li herêmên kantona Cizîrê di nava çend salên borî de ji ber kiriyarên çeteyan gelek zehmetî hatin dîtin. Berxwedana şervanên YPJ/YPG`ê û rizgarkirina herêman û derxistina çeteyan her wiha rola saziyên ewlehiyê hişt ku aramî û ewlehî li herêmê çêbe û mal û milkên welatiyan werin parastin.

Ji ber aramî û ewleiya li herêmê gelek welatiyên ku koçber bibûn li warê xwe vegeriyan û ji ber wê jî şênî bi awayekî zêde şiqeyan dixwazin.

Bilindbûna buhayê malan tirsa şêniyan e

Pêşketin û firehbûna tevgera avakirinê bi xwe re bilindbûneke mezin di buhayê bilind di şiqe û xaniyan de anî. Ji ber vê jî kesên ku rewşa wan a madî nê zêde ye, ditirsin.

Mûteahidê bi navê Hanî Sultan got ji ber madeyên avakirinê buha bûne û ji herêmên dervî Rojava tên girtin her wiha ji ber ketina lêreya Sûrî li beramberî pereyên biyan dibe sedem ku buhaya şiqeyan ji bilind bibe.

Buhayê şiqeyan ji 5 milyon heta 100 milyon lîreyên Sûrî ne. Buya wê jî li gorî firehî û cihê wê ye. Mûtehid jî vê yekê baş dibînin. Lê kesên ku rewşa wan a madî ne zêde ye, dibêjin ku buhayê wan pir bilind e û zêdetirî derfetên wan y.

Beşê Fenî yê şaredariya gel ruxsetên avakirinê li gorî zagon û sîstema avakirinê dide welatiyan. Şaredarî piştî hemû şertên zagonî pêk diêne rêjeya avakirinê diyar dike.

Lê hindek mûtehid ji ber şaredarî ruxsetên avakirinê ji ber karê rûtîn dereng dide ji ber wê gazincana dikin.

Avakirina bê ser û ber dibe çavkaniya gazincên şênî û şaredariyê

Şiqe bi awayekî zêde ji aliyê şêniyanve tên xwestin ji ber wê gelek mûtahid ne li cihên avakirinê û dervî plana rêxistinî ava dikin. Ew herêm jî ne yên ku xizmeta welatiyan bikin û li wê derê jî binesazî tune ye.

Her wiha avakirina bê ser û ber dibe sedema ne razîbûna şêniyan, ji ber vê yekê madeyên avakirinê li ser rêya kom bûn û rê hatin girtin.

Şaredarî bi her awayî alîkariya şêniyan dike

Şaredariya gel û mûtehidên avakirinê pêwîstiyên şêniyan hêsan dikin. Komîteya Fenî ya şaredariyêp aliyê zagonî dimeşîne. Şaredariyê hetaq niha nêzî 400 ruxsetên avakirinê daye şênî û mûtahidan.

Endamê Navenda Fenî ya Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê Hese Mihemd Mihemed got her welatiyê ku ji bo avakirinê dide şaredariyê, piştî ku hemû pêwîstî ji aliyê beşê Fenî ve têne girtin, xwesteke wî tê erêkirin.

Mihemed girêdayî mijara avakirina bê ser û ber destnîşan kir ku komîteya Zabîte gera xwe di nava bajar de dike da ku tu rewşên ne li gorî zagonan bigre û tekez kir ku ew bi hemû awayî nahêlin ku rewşên bi vî awayî çêbibin û heger tu gazinc ji aliyê şêniyan ve hate kirin ew yekser tedbîrên pêwîst dikin.

Di dawiyê de Mihemd bang li hemû şênî, komîn, Yekîtiya Endiziyar û Mûtehidan kir ku alîkariya şaredariyê bikin ji ber ku şaredarî bi tena serê xwe nikare tiştekî bike.

(bx)

ANHA