Îsal pembo cotkar bê hêvî kirin

Li bajarê Reqayê cotkaran dest bi rakirina pembo kir. Li wê herêmê pembo ji berhemên sereke ye. Lê cotkar ji ber berhemên îsal bê hêvî ne û tevî tedbîrên cotkaran jî kurmê li pembo xist.

Îsal pembo cotkar bê hêvî kirin
Îsal pembo cotkar bê hêvî kirin
Îsal pembo cotkar bê hêvî kirin
Îsal pembo cotkar bê hêvî kirin
Îsal pembo cotkar bê hêvî kirin
5 îlon, 2018   08:08

HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Li bajarê Reqayê beriya çend rojan xebatkaran dest bi rakirina berhemên pembo kir.

Pereyên ku xebatkar digirin girêdayî berhemên pembo ne. Lê îsal xebatkar naçin nava zeviyan ji ber ku zerar gihaşt mewsimê pembo, berhem kêm in û zehmetî di rakirina berheman de heye.

Di her carê de berhemê her donimekî ji 600 – 700 kîlo ye. Lê îsal her donimek 100 kîlo derbas nekir.

Cotkarê bi navê Ehmed Abdullah got wan beriya çend rojan dest bi rakirina berhemên pemo kir, lê ew bê hêvî man, wan gelek ked da heta ku zeviyên xwe biçînin lê ew bê hêvî man ji ber kurmê pembo xira kir. Abdullah bang li aliyên pêwendîdar kir ku rewşa cotkaran di ber çavan re derbas bikin.

Li bajarê Reqa û gundewarên wê kurmê li berhemên pembo xist. Ji ber kêmbûna derman ji sedî 80 ji berhemên pembo xira bûye. Ji ber vê yekê cotkaran berhemên xwe firotin xwediyên sewalan.

(bx)

ANHA