Li Tebqayê 300 hezar kes bê av ma

Ji ber rawestandina stasyonên pompên avê yên Tebqayê nêzî 300 hezar kes bê av ma.

Li Tebqayê 300 hezar kes bê av ma
Li Tebqayê 300 hezar kes bê av ma
Li Tebqayê 300 hezar kes bê av ma
Li Tebqayê 300 hezar kes bê av ma
5 îlon, 2018   06:43

ABDULREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Piştî gelek hişyarên Yekîneya Avê ya Tebqayê li ser metirsiyên rawestandina her çar stasyonên avê yên El-Kirîn, El-Bo Asî, Ayid û Caber, stasyona El-Kirîn a rojavayê bajarê Tebqayê ji ber kêmbûna rêjeya avê di her du bîran de di bin metreyekê re, rawestiya. 

Wê demê yekîneyê sedema pirsgirêkê vegerand sedemek siyasî ku dewleta Tirk li ser dirêjahiya çemê Firatê 24 bendav ava kirine. Dewleta Tirk bi zanebûn ava çem digire.

Ji ber wê stasyona El-Kirîn a rojavayê bajarê Tebqayê ji ber kêmbûna rêjeya avê di her du bîran de di bin metreyekê re, rawestiya. 

Li ser vê mijarê û ji bo çareserkirina pirsgirêkê rêveberê Buroya Gundewaran ê Yekîneya Avê Mehmûd El-Hemadê wiha got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkê, me ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk alavên pêwîst ji bo veguhestina ava golê ji bîran li her çar deveran xwestin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku stasyonên ku ziyan dîtine avê digihînin bi rêjeya ji sedî 65 ji şêniyên herêma Tebqayê yanî nêzî 300 hezar kesî.

(şx)

ANHA