Li Tebqayê şêwekareke ciwan

Hunera şêwekariyê yek ji rêbazên herî girîng ên derbirandina hestên mirovan e û li Tebqayê şêwekareke ciwan ji zarokatiya xwe ve wêneyan çêdike û niha jî şêwekariyê hînî zarokan dike.

Li Tebqayê şêwekareke ciwan
Li Tebqayê şêwekareke ciwan
Li Tebqayê şêwekareke ciwan
Li Tebqayê şêwekareke ciwan
5 îlon, 2018   07:09

EYŞE MIDEWER / TEBQA

Xedîce Şitêwî ya 20 salî şêwekareke (wênesaz) ji bajarê Tebqayê ye û ji zaroktiya xwe ve ji hunera şêwekariyê hez dike û bi taybet şêwekariya bi komirê û bi tabloyên xwe hewl dide rûkeniyê li ser rûyê zarokan nexşe bike.

Xedîce cihê xwe di xebatên hunerî de û nexşekirina li ser dîwarên dibistanan de girt. Her wiha gelek tabloyên propagandayê yên banga parastina paqijî û xemilandina bajêr dikin, çêkirin.

Xedîce ji zaroktiya xwe ve şêwekariyê dike û jinên şerker di tabloyên xwe de çêkirin. Xedîce ji ANHA'yê re got ku di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de wê karê xwe yê şêwekariyê rawestand. Nemaze çeteyên DAIŞ'ê bêtirî 20 tabloyên wê ku berê çêkiribûn, şewitandin.

Xedîce diyar kir ku wê rihê berxwedan û fedekariya jinên şerker di rizgarkirina herêmê de gelekî ecibandiye û rastiya jinan û rola wan di rizgarkirin û parastina civakê de di tabloyên xwe de vedibêje.

Xedîce da zanîn ku kesayetên ku wê di tabloyên xwe de nexşe kirine kesayetên rasteqîn ên jinên şerker in ku rola wan di rizgarkirina jinan ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê de mezin bû.

Xedîce niha di Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê de bi hevkariya mamosteyên şêwekar komeke zarokan fêrî şêwekariyê dike.

ANHA