Rola Desteya Turîzm û Parastina Şûnwaran

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve tevî kuştin, dizî û talankirinan, ji aliyê komên çekdar ve gelek cihên dîrokî û şûnwar hatin talankirin. Lê ev tişt li herêmên Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi saya xebatên Desteya Turîzm û Şûnwaran pêk nehat ku xebatên desteyê bûn cihê spasdariya saziyên leşkerî yên Bakurê Sûriyeyê û rêxistinên navdewletî yên têkildarî parastina şûnwaran.

Rola Desteya Turîzm û Parastina Şûnwaran
Rola Desteya Turîzm û Parastina Şûnwaran
Rola Desteya Turîzm û Parastina Şûnwaran
Rola Desteya Turîzm û Parastina Şûnwaran
Rola Desteya Turîzm û Parastina Şûnwaran
Rola Desteya Turîzm û Parastina Şûnwaran
5 îlon, 2018   06:20

ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN

Di dirêjahiya 7 salên aloziya Sûriyeyê de, gelê Sûriyeyê gelek taybetmendiyên (xusûsiyet) şaristanî û dîrokî yên kevnar winda kirin. Komên çekdar hemû parçeyên dîrokî yan dizîn an firotin hevalbendên xwe û pê bazirganî kirin.

Lê ev kirin bi saya projeya neteweya demokratîk ku parastina destkeftiyên dîrokî bingeh digire, ne pêkan bûn. Rêveberiya Xweser tevî hêzên wê ruxmî gelek hewldanên dizî û talankirinê ji aliyên rêxistinên terorîst, êrîşker û têkder ve, cihên dîrokî û şûnwar parastin.

Destpêkê, hêzên YPG/YPJ'ê parastina cihên dîrokî hilgirt ser xwe. Di salên 2012 û 2013'an de gelek komîte ji bo vê xebatê çêbûn.

Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava di 21/1/2014'an de, desteyek têkildarî kar û barên turîzm û parastina cihên dîrokî li ser asta her sê kantonan Efrîn, Kobanê û Cizîrê hate avakirin. Ji ber dewlemendiya herêmê, zêdetirî hezar û 300 girên dîrokî tenê li kantona Cizîrê, xebatên desteyê destpêkê gelek dijwar bûn.

Têkildarî armancên desteyê, hevseroka Desteya Turîzm û Şûnwaran a Kantona Cizîrê Bêrîvan Hiso wiha got: "Armanca me ya yekemîn û bingehîn xurtkirina çanda parastina cihên turîzm û dîrokî li gel civakê. Li gel wê, amadekirina qanûn û çaraseriyên guncaw e. Her wiha em kadroyan perwerde dikin û ji bo têgihîştina bi rêxistin û aliyên têkildar kar û barên dîrokî em mekanîzmayeke hevkar ava dikin."

Girîngtirîn xebatên desteyê li ser asta hundirîn

Bi armanca zêdekirina zanabûna parastina cihên dîrokî, Desteya Turîzm û Şûnwaran gelek hemleyên zanabûna civakî bi rê ve birin û her wiha gelek pêşangeh li dar xistin.

Desteyê hemû lêkolîn û kolandinên cihên dîrokî li Geliyê Xabûr, beravên çemê Dicle û Geliyê Firatê bi wêne û nivîs belge kirin. Her wiha gelek komîte û nobetdaran çavdêriya girên dîrokî li hemû kantonan kir. Gelek parçeyên dîrokî yên serdema Arî bi alîkariya zanyarên şûnwaran ên navdewletî hatin parastin û restorekirin. Mînaka wê tabloyên mozayîk li herêma Şyox rojavayê Kobanê hatin parastin.

Her wiha desteyê bi rêya kadroya xwe ya pispor gelek werşeyên perwerde û zanakirinê ji bo xwendekarên akademî û zanîngehên Rojava-Bakurê Sûriyeyê vekirin. Tevî serdanên cihên dîrokî û nasandina wê, gelek semîner li ser dîroka rojhilata kevn û bi taybet dîroka herêmê hatin dayîn.

Mamoste û kadroyên pispor ên desteyê gelek nirxandinên dîrokî amade dikin û li ser malperên têgihîştina civakî û yên têkildarî şûnwaran li ser asta herêmî û navdewletî belav dikin. Raporên sala 2016-2017'an ên desteyê bûn cihê pesinandina 150 aliyên têkildarî parastina cihên dîrokî û bi taybet rêxistina UNESCO.

Vedîtinên dîrokî

Di dirêjahiya 4 salan de desteyê gelek cih û parçeyên dîrokî  yên ku di encama kirinên DAIŞ'ê de wêran bûbûn, bi alîkariya hêzên leşkerî vedîtin û parastin.

Gelek gorên dîrokî û tabloyên mêxî li herêmên geliyê Xabûr û Firatê, parçeyên nexşekirî yên mezin li herêmên Reqa, Dêrazor û Kobanê hatin vedîtin. Deste û ji bo parastina van parçeyan û ji bo bikevin xizmeta civak û xwendekaran dê di pêşerojê de di muzexaneyeke niştîmanî de pêşkêş bike.

Li ser asta derve, desteyê karîbû bi saya xebatên xwe yên bêhempa di warê şûnwaran de bala şandeyên biyanî yên ku berê li herêmê dixebitîn, bikişîne. Di vî warî de rayedarên desteyê bi awayekî fermî bi şandeya Amerîkayê re ya ku li Til Mozan a dîrokî dixebitî, di kongreyekê de li Lubnanê civiya.

Her wiha desteyê ji bo nîqaşkirina rewşa herêmê û şêwazên hevkariyê ji bo restorekirina hin cihên dîrokî wekî Til Bêder a kantona Cizîrê di pêşerojê de û mijarên din, vexwendnameyeke fermî ji du rêxistinên Alman ên Zanîngeha Marborg wergirtin.

Têkildarî vê mijarê cîgerê desteyê Bawer Cûlî wiha got: "Di dirêjahiya aloziya Sûriyeyê de deste bi derfetên xwe û kadroyên zanistî yên herêmî ev xebat meşand. Tu aliyek hikumî yan nehikumî alîkariya madî û teknîkî pêşkêşî desteyê nekir."

Rola hêzên Asayîş û Ewlehiya Hundirîn

Ji bo parastina cihên dîrokî desteyê bi saziya leşkerî di serî de QSD'ê û hêzên Ewlehiya Hundirîn û li ser asta sivîl bi desteya şaredariyan û hawîrdorê re di nav hevkariyê de ye. Heta niha gelek qaçaxçiyên parçeyên dîrokî hatine girtin û parçe radestî desteyê hatine kirin.

Her wiha QSD'ê hemû parçeyên dîrokî ku di operasyonên rizgarkirinê de vedîtine, bi rêya komîteyên pispor ên koordîne di navbera her duyan de, desteyê agahdar dikin.

Rola desteyê ne tenê di çarçoveya parastina cihên dîrokî li herêmên rizgarkirî de ma, lê belê deste binpêkirinên dewleta Tirk der heqê cihên dîrokî li Efrînê û Dêrikê belge kir. Her wiha li ser wêranbûna cihên dîrokî wekî Nebî Hûrî, Eyn Darê, Kelha Seman û hwd. li Efrînê û pira Bafil li Dêrîkê bi raporan belge kir û radestî aliyên têkildar ên herêmî û navdewletî kir.

(şx)

ANHA