'Hêviya min ew e ez wî careke din bibînim'

Dayîka Gultan ku 3 caran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye, destnîşan kir ku fikr û şêwaza nîqaşên wî bi xwe dibistanek bû.

'Hêviya min ew e ez wî careke din bibînim'
5 îlon, 2018   06:04

OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema li Sûriyê bu, gelek caran bi gelê vêderê re civîn çêkiriye û gel ji Ocalan bandor buye.

Dayîka Gultan Mihemed ji bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ye. Niha dayîka Gultan li navçeya Dirbesiyê ya Kantona Hesekê niştecih bûye. Dayîka Gultan 3 caran Ocalan dîtiye.

Dayîka Gultan hevdîtinên xwe bi Ocalan re weke xewnek û pêkhatiye şayesand û wiha pê de çû: "Di sala 1994'an de cara yekemîn min ew dît. Dema ku min ew dît min gelek kelecan jiyan kir."

Her gotinek Ocalan derseke divê em jê sûd bigirin

Dayîka Gultan destnîşan kir ku Rêber Ocalan her tim pirsa rewşa gel ê di bin serweriya pergalên desthiltdar ku vîna gelan diçewsandin pirs dikir û wiha domand: "Her gotinek Ocalan derseke divê mirov jê sûd bigire."

Ocalan, kesê yekemîn ku ji bo azadiya jinê têkoşayiye

Di berdewamiya gotinên xwe de dayîka Gultan got, Rêber Ocalan ji bo azadiya jinê li hember zihniyeta mêrdestiyê têkoşiya û hêjî têdikoşe û wiha domand: "Di hevdîtinên min bi Ocalan re her tim behsa azadiya jinê û çawa jin dikare xwe ji zihniyeta mêrdestiyê ku pergalên desthilatdar ferzkirine xilas bike, dikir. Wê demê em gotinên wî tênedigihêştin, lê niha û piştî Şoreşa Rojava me nas kir ku Rêber Ocalan dixwest çi bibêje."

Ta azadiya Ocalan em ê têbikoşin

Di dawiya axaftina xwe de dayîka Gultan tecrîda ku li ser Rêber Ocalan ji aliyên dewleta Tirk de tê ferzkirin şermezar kir û tekez kir ku armanca tecrîdê dûrxistina fikrên Ocalan ji gelên ku fikr û felsefeya Ocalan ji xwe re kirine bingeh û wiha got: "Em bi Ocalan re dirustin û ta azadiya wî em ê têbikoşin. Hêviya min ew e ku ez wî cara 4'emîn jî bibînim."

Jinê bi fikrê Ocalan xwe rêxistinkir

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê ku bi komployeke navneteweyî dîl bê girtin nêzî 20 salan li suriyê tekoşîn kir. Dema Ocalan li wir bu tekoşînek mezin da ji bo ku gel perwerde bike. Bi taybet jinên kurd ku di bin desthilatiya zilam de ne karin tu tiştek bikin bi fikru felsefeya Ocalan xwe bi rêxistinkirin û tekoşîna xwe bilindkirin. Herkesekî ku Ocalan dîtiye jê bandor buye û her hevdîtinekî ji bo xwe kiriye bingeha xwe ji nû ve naskirinê. 

(şx)

ANHA