Rûniştina Parlamentoya Iraqê dîsa hat paşxistin

Rûniştina Parlamentoya Iraqê ji ber temam nebûna hejmara yasayî ya parlamenteran ji bo 15'ê Îlonê hate paşxistin.

Rûniştina Parlamentoya Iraqê dîsa hat paşxistin
4 îlon, 2018   15:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî hilbijartinên 12'ê Gulanê, wê îro di roja duyemîn de civîna yekem a parlamentoya Iraqê berdewam bikiriya, lê ji ber ku hejmara yasayî ya parlamenteran têrê nekir, civîn ji bo 15'ê Îlonê hate paşxistin.

Herwiha ji ber hejmara yasayî ya parlementeran  temam nebû  Desteya Serokatiya Parlementoyê nehate hilbijartin.

Li gorî Destûra Iraqê, divê di civîna yekem a Parlamentoya Iraqê de Desteya Serokatiya Parlamenoyê were hilbijartin. Lê niha hêzên Sunne ku berê serokatiya parlamentoyê di destê wan de bû, ji bo serokatiya parlamentoyê 6 kes namzet nîşan dane. Ev yek bûye sedem ku nekarin yekê hilbijêrin. Lewma civîna yekem a parlamentoyê vekirî maye.

Ji 329 parlamenteran îro 85 parlamenter amade bûn. Li gorî tabloya dixweyî wê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê zehmet be.