Balafirên şer Qendîl û Bradostê bombebaran dikin

Balafirên şer ên dewleta Tirk herêmên Qendîl û Bradost bombebaran kirin

Balafirên şer Qendîl û Bradostê bombebaran dikin
4 îlon, 2018   15:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di saet 15:30'an de dest bi bombeberankirina derdora gundên Qalatûka, Sûred û herêma Şehîd Harûn ên Qendîlê û  Xakurk, Geliyê Reş, Lolan û Şeko yên Bradostê kirin.

Heta amadekirina vê nûçeyê ji herêma Qendîlê dihat bombebaran kirin.

Têkildarî encamên bombebaranê ti agahî bi dest neketin.