Jinên Tebqayê tev li Partiya Sûriyeya Pêşerojê dibin

Endama rêveber a Buroya Rêxistinî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxa Tebqayê Emîne El-Şewax diyar kir ku jinan cihê xwe di nava partiyê de girtiye û tevlêbûn hê jî berdewam e.

Jinên Tebqayê tev li Partiya Sûriyeya Pêşerojê dibin
Jinên Tebqayê tev li Partiya Sûriyeya Pêşerojê dibin
4 îlon, 2018   05:20

EYŞE MIDEWER / TEBQA

Piştî şoreşa jinan a Bakurê Sûriyeyê, roj bi roj rêjeya tevlêbûna jinan ji hemû warên siyasî, leşkerî, civakî û aborî re zêde dibe û bi taybet jinên Ereb ên herêmên ku nû ji destê DAIŞ'ê hatine rizgarkirin.

Bi vekirina buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li bajarê Tebqayê re, jinên ku ji tevlêbûna warê siyasî bê par mabûn, hema tev li partiyê bûn û cihê xwe di nav partiyê de girt û beşdarî çalakiyên wê dibin.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Buroya Rêxistinî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Tebqa Emîne El-Şewax destnîşan kir ku ji destpêka demezirandina partiyê ve jin bi rêjeya zêdetirî ji sedî 30 tev li partiyê bûn.

Emîne gotinên xwe wiha domandin: "Di dema dagirkeriya DAIŞ'ê li gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê jin ji hemû mafên xwe bê par man. Lê piştî rizgarkirinê jin û bi taybet jinên Ereb tev li hemû warên siyasî bûn. Ev jî mijarek gelekî girîng e ji ber ku pergalên desthilatdar rola jinan sînordar kiribû."

Her wiha Emîne diyar kir ku di partiyê de rêziknameyeke taybet ji bo jinan heye. Emîne destnîşan kir ku erka wan ew e ku bigihîjin hemû jinan da ku xwe ji zîhniyeta mêrdestiyê rizgar bikin.

Di dawiyê de Emîna El-Şewax bang li jinên Tebqayê kir ku bi rolên xwe yên pêşeng di warê siyasî de rabin.

(şx)

ANHA