ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.09.2018
4 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Komîteya Çandiniyê ya Reqaya bi avakirina avakirina Yekitiya Beyteriyan kongreya xwe ya yekemîn li dar dixe. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Jin a MSD‘ê panêleke siyasî li avahiya MSD‘ê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dixe. Saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevanên derve têkildarî mijara Idlibê got, "Tirkiyê dê destekê bide Esed, heger ku Esed mayîna wê li Efrînê bipejirîne, beriya niha jî xwestin li ser beşek Idlibê bazirganiyê bikin, da ku Rûsya ji aliyê xwe de projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava têk bibe." Rojanevanan her wiha destnîşan kir ku şerê Idlibê dê pir giran be, ji ber ku hemû komên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin û komên cîhadî li wir bi cih bûne, ev komanan an dê werin kuştin an jî dê biçin herênên Rojava. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di kongreya xwe ya sêyemîn de biryara xurkirin û berfirehkirina xebatê da û dê li gorî biryarên kongreyê dest bi xebatên rêxistinkirina hemû beşên civakî di nava saziyên civaka sivîl debike. Her wiha dê erkên meclis û komînan radestî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakvanê hiqûqî Mihemed Cemîl Xelîl anî ziman ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Efrînê li dijî qanên navdewletî yên mafê mirovan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên Kantona Efrînê destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kirine herêmeke bê aram gotin, sedema vê ne aramiyê bêdeniya civaka navdewletî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêvebera Rêxistina Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Buroya Tebqayê Emîna El-Şewax destnîşan kir ku jin roleke mezin di partiyê de dilîze û tekez kir ku tevlêbûna jin a di ava partiyê de zêde dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zaroka 12 salî Diljîn Cambo ya ji gundê Kaxra ya navçeya Mabata ya Efrînê ye, dema ku ji Efrînê derket postek ax bi xwe re tîne û her her kêlî ji jiyana xwe ya li gund bi bîr tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Çalakiyên Duyemîn Mîhrecana Zarokan a herêma Firatê ku li navenda Baqî Xido têne li darxistin û 4‘emîn Mîrhecana Zarokan a Kantona Cizîrê li ku navenda Aram Tîgran tê li darxistin dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên Girê Spî yên ku li rex çemê Silûlih niştecih bûne, ji ber qirêjbûna çemê azaran dikşînin. (BI WÊNE Û DÎMEN). (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Belavbûna nexweşiyan di nav berhema pembo de û tunebûna dermanên guncaw, bûn sedem ku berhem ji sedî 80 were telif bibe telef, lewra jî dê cotkar zeviyên xwe bikin çêre û bifroşin sewlakaran.

- Pirsgirêka qutbûna avê li taxa Qidûrbeg a bajarê Qamişlo hîna çareser nebûye. Dema ku mirov derbasî taxê dibin, dibîne ku, şênî bi koman ber aliyê cihê sarînca ve diçin ku avê dagirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- -Rayedarên Komteya Perwerdeya Civaka Demokratîk diyar kirin ku, ji ber kêm derfetan xwendekarên Efrînê dê li zanîngeha Rojava ya Qamişlo perwerdeya xwe bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA