Çalakiyên roja 3‘yemîn a Mîhrecana Zarokan a Cizîrê bi dawî bûn

Di roja sêyemîn a 4‘emîn Mîhrecana Zaroka a kantona Cizîrê de ku li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran tê li darxistin de gelek komên zarokan berhemên xwe pêşkêş kirin.

Çalakiyên roja 3‘yemîn a Mîhrecana Zarokan a Cizîrê bi dawî bûn
3 îlon, 2018   16:55

QAMIŞLO

4‘emîn Mîhrecana Zarokan a Kantona Cizîrê bi tevlîbûna 50 komên zarokan ên herêmên Cizîrê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan tê lidarxistin.

Di roja  sêyemîn a 4‘emîn Mîhrecana Zarokan a Kantona Cizîrê de koma Şehîd Rîhan û koma Kulîlkên Rojava stran pêşkêş kirin, Koma Renîn şanoyek û koma Şehîd Rûken jî dîlanên filklorî pêşkêş kirin.

Her wiha koma Miheba û Selam a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Til Koçer tabloyek dîlanan, koma zarokên bajaroka Girbawî ya girêdayê bajarê Qamişlo stran û koma Ararat şonyek pêşkêşn kirin.

ANHA