Komên çete li Efrînê dîsa bi hev dikevin

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li deriyê ketina bajarê Efrînê bi hev ketin. Tê gotin ku sedema pevçûnê piştî ku hin çeteyan destur nedan çete û malbatên wan ku ji kantonê birevin.

Komên çete li Efrînê dîsa bi hev dikevin
3 îlon, 2018   18:35

EFRÎN

Çavkaniyekî herêmê ji ajansa me re diyar kir ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li deriyê ketine bajarê Efrînê bi hev ketin, pevçûn heya çarexeriya Newroz a navenda bajêr berfireh bû.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku pevçûnên di navbera çeteyan de piştî ku hin çeteyan destur neda ku çete û malbatên xwe ji Efrînê birevin û ferzkirina pereyan li beramberî derktina wan rû da.

Li gorî heman çavkaniyê çete û malbatên wan hewl didin bi dizî birefin bêyî ku artêşa Tirk û komên çete wan hîs bike û destnîşan kir ku komên çete ji ber derxistina wan çeteyan ber bi Ezaz û gundên Efrînê ve pereyan dixwazin.

Tê gotin ku çete beriyan ku birevin mal û milkên sivîlan talan dikin. Her wiha hate diyarkirin ku çete ji tirsa şerê Idlibê û çalakiyên YPG, YPG û Xezeba Firatê direvin.

ANHA