ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.09.2018
3 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ'ê ji nû ve daye destpêkirin dê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Welatiyên navçeya Tirbespiyê anîn ziman ku, Ocalan fikirê aştiyê li Rojhilata Navîn belav dike, girtina wî suceke mezin derheqê mirovahiyê ye. Welatiyan destnîşan kirin ku bêdengiya dewletên Ewropî delîlê hevkariya wan a di tecrîdkirina li dijî Ocalan de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên herêma Cizîrê gotin, êrîşa ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve li ser Kurdistanê nasnemeya gelê Kurd dike hedef û bang kirin ku divê rewşenbîrên şoreşgerî deng û pênûsa li hemberî polîtîkeyên dewleta Tirk rakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan hewl dide nasnameya gelê Kurd ji holê rake, siyasetên kuştin, wêrankirin û koçberkirina gelê Kurd dimeşîne, her wiha deverên dîrokî dike hedef. Herî dawî dest dirêjî gundê Hesen Kêf ê dîrokî li Bakurê Kurdistanê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Şoreşa Bakurê Sûriyeyê wek şoreşa jinan tê pênasekirin. Jinan bi awayekî çalak cihê xwe di xebatên şoreşê de girt. Rola jinên Efrînê jî di şoreşa azadiyê de mezin bû. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endamê TEV-DEM‘ê Şemsedîn Mele Îbrahîm anî ziman ku Tirkiyê li beramberî mayîna xwe li Sûriyeyê dirêj bike gelek tawîz dane û tekez kir ku nakokiyên derdikevin armanc jê têkbirina sîstema li Bakurê Sûriyeyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên herêmên Bakurê Sûriyeyê dest bi depokirina cureyên xwarinê ji bo zivistanê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Çalakiyên Duyemîn Mîhrecana Zarokan a herêma Firatê ku li navenda Baqî Xido têne li darxistin û 4‘emîn Mîrhecana Zarokan a Kantona Cizîrê li ku navenda Aram Tîgran tê li darxistin dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li herêmên Kantona Hesekê hemû peymangehên amadekirina mamosteyan piştî bidawîkirina dewreya perwerdeyê ya sêyemîn dê veguherin akademî branşan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cotkarên herêma Cizîrê amadekariyên mewsimê sala nû dikin, di vê çarçoveyê de tov xirbal û paqij dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxên başûr ên bajarê Hesekê ji ber diyardeya kombûna çopê li kolanan bi gilî û gazinc in Şaredariya Gel destnîşan kir ku, ku ew erka paqijkirinê pêk tîne, lê şênî xemsar in û qirêjî dikin .(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA