Birîndarekî teqîna duh a li Silûkê jiyana xwe ji dest da

Ji birîndarên teqîna bombeya ku duh li navçeya Silûkê ya girêdayî kantona Girê Spî rû dabû yekî jiyana xwe ji dest da.

Birîndarekî teqîna duh a li Silûkê jiyana xwe ji dest da
2 îlon, 2018   20:03

GIRÊ SPÎ

Teqîn duh sibehê bi riya bombeyek ku di torekî çopê de hatibû bicihkirin, pêk hatibû. Di encamê de, 3 karkerên paqijiyê û endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Kesên birîndar ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Girê Spî. Li gorî kadroyên tenduristiyê rewşa 2 birîndaran ne baş e û rewşa yên din jî normal e.

Îro birîndarê bi navê Xelîl Mihemed Berho yê 32 salî ku di şaredariya Bacleyê de dixebitî, jiyana xwe ji dest da.

ANHA