Şêniyên Tirbespiyê: Dewletên rojavayî şirîkên tecrîdê ne

Şêniyên Tirbespiyê diyar kirin ku Ocalan armanc dike aştî di Rojhilata Navîn de belav bike. Her wiha girtina wî sûcek der heqê mirovahiyê de ye û bêdengiya dewletên rojavayî li hember tecrîda ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin, isbat dike ku ew şirîkên vê kiryarê ne.

Şêniyên Tirbespiyê: Dewletên rojavayî şirîkên tecrîdê ne
3 îlon, 2018   05:41

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM/QAMIŞLO

Dewleta Tirk ji beriya du salan ve bi awayekî pergalî tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike. Dewleta Tirl hewl dide bi riya tecrîdê fikr û perspektîvên Ocalan ji gelên Kurdistanê bi dûr bixe.

Ruxmî ku parêzerên rêber Ocalan û malbata wî ji bo hevdîtinê gelek muzekere pêşkeş kirine lê dewleta Tirk bi gelek hincetan hevdîtinan red dike. Ya her dawî di 30yê Tebaxê de parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç, Cengîz Yüreklî û  Fûat Coşacak jib o hevdîtinê serî li dozgeriya Tirk dabûn lê daxwaz wan bi gelek hincetan hate red kirin.

Binpêkirinên dewleta Tirk der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, rojane ji aliyê gelên Kurdistanê tên şermezarkirin. Her wiha gel tekez dike ku dewleta Tirk dixwaze gelên herêmê ji Ocalan û perspektîvên wî dûr bixe.

Welatiyê bi navê Suhîl Serkîs ê ji pêkhateya Suryan ê navçeya Tirbespiyê diyar kir ku dewleta Tirk bi sedan salane, der heqê gelên Rojhilata Navîn û bi taybet gelê Kurd de kirin û komkujiyan pêk tîne û wiha domand: "Rêber Ocalan banga maf û azadiya gelê Kurd û gelên blindest ji zilum û desthilatdariya dewleta tirk kir, ji ber wê ew hate girtin."

Girtina Ocalan der heqê kesayet û mirovahiyê de sûcek e

Di berdawmiya gotinên xwe de Serkîs wiha got: "Ev girtin der heqê mirovahiyê de sûcek e. Ev girtin li dijî azadiya xwediyê felsefeya netewa demokratîk û biratiya gelan e. Ev felsefa gel gihand minbera azadî û demokarsiyê."

Ji aliyê xwe ve Nebîl Nano yê ji şêniyên Dêrazorê ye û koçberî navçeya Tirbespiyê bûye destnîşan kir ku gelê Ereb bi sedan salan ji mafê xwe bêpar maye lê piştî belavbûna fikr û felsefya Ocalan ew niha dikarin bi azadî maf û erkên xwe bi kar bînin. 

Ocalan armanc dike ku aşitî li Rojhilata Navîn belav bike

Nano xuya kir ku Rêber Ocalan xwediyê fikra neteweyî ye û armanc dike ku aşitî û biratiya gelan di nav gelên Rojhilata Navîn de belav bike. Her wiha Nano diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya Ocalan gelên herêmê bi hurmet nêzî hev dibin û bi hevre hemû êrîşên li ser herêmê şikandin. Ev binpêkirinên dewleta Tirk der heqê Ocalan de ne li gorî qanûnên navdewletî ye.

Dewletên rojavayî şirîkên tecrîdê ne

Dayîka Ş.Ekîd Menfiye Seîd a ku kurê wê di encama berxwedana YPG/YPJ'ê li hember êrîşên DAIŞê de li ser herêmên başûr ên navçeya Tirbespiyê şehîd bûbû, diyar kir ku ew weke jinên Kurd, Ereb û Suryan dayindarê Ocalan in. Ji ber rêber Ocalan ji bo azadiyê jinê û bi destxistina mafên wê têkoşiyaye.

Di dawiyê de Menfiyê Seûd destnîşan kir ku dewletî rojavayî banga azadiya ray û mafên mirovan dikin, lê qanênan di piratîkê de bikar naynin. Her wiha diyar kir ku bêdengiya wan dewletan li hember tecrîdê, isbat dike ku ew di vî karî ne mirovî de der heqê rêberê mirovahiyê de şirîk in.

(şx)

ANHA