Koalîsyona erebî li xwe mikur hat ku êrîşa li Dehyan pêk aniye

Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê li Yemenê li xwe mikur hat ku di meha borî de otobuseke xwendekaran armanc girtiye û di encamê de bi dehan xwendekar bûn qurbanî.

Koalîsyona erebî li xwe mikur hat ku êrîşa li Dehyan pêk aniye
2 îlon, 2018   09:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî zextên navneteweyî li ser Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê ku otobuseke xwendekaran li devera Dehyan a girêdayî Sehda ya Yemenê di 9'ê Tebaxê de armanc girtiye û di encamê de 90 kesan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Koalîsyon li xwe mikur hat ku ew li paş vê êrîşa ezmanî ye û soza cezakirina kesên ev şaştî pêk aniye da.

Ajansa nûçeyan a Siûdiyê li ser navê Koalîsyona Erebî ragihand ku rayedarên hêzên hevbeş ji ber van şaşiyan xemgîniyên xwe anîn ziman û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Koalîsyonê bi daxuyaniyekê wiha got: "Komîteyeke hevbeş dê were avakirin da ku alîkariya dilxwaz bi ziyankarên Yemenê re bikin û dê peywendiyê bi hikumeta Yemenê re bikin da ku nasnameyên kesên ziyanker diyar bike û alîkariya wan were kirin. Her wiha dê lêvegera xwe di pîvanên pevçûnan de pêk bîne da ku bûyerên bi vî rengî neyên dubarekirin.

Tîma hevbeş a nirxandina bûyeran ku ji aliyê Koalîsyona Erebî ve hatiye avakirin got ku êrîş li ser agahiyên îstixbaratê pêk hatiye ku otobus rayedarên Hûsî vediguhêze.

Şêwirmendê qanûnî yê tîma rojnamevanan li Riyadê, Mensûr Ehmed El-Mensûr got ku amadekirina balafirê ji bo êrîşê dereng maye û di encama vê yekê de êrîş li dijî otobusa xwendekaran pêk were. Tîma hevbeş dibîne ku divê hêzên Koalîsyona Erebî tavilê lêvegerekê di pîvanên xwe yên pevçûnan de pêk bînin.

Koalîsyonê ragihand ku dê hemû kesên ku ev şaşî pêk anîne ceza bike. Artêşa Amerîkayê ev biryar silav kir û bang li koalîsyonê  kir ku tedbîrên pêwîst wergire da ku lêpirsîn zelal pêk were da ku bûyerên bi vî rengî neyên dubarekirin.

Komîteya Pisporên Mafên Mirovan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî êrîşa Koalîsyona Erebî wek sûcekî şer bi nav kir.

Neteweyên Yekbûyî ji bo danûstandinên 6'ê Îlonê tedbîrên xwe werdigire da ku danûstandinên di navbera aliyên şerê Yemenê de bide destpêkirin.