Rewşa îdarî ya Iraqê aloztir dibe

Ji ber lawazbûna xizmetguzariyên giştî û gendeliyê dijwarî careke din li bajarên başûrê Iraqê vegeriya. Bi dehan welatî li pêşiya navenda bîreke petrolê kom bûn û hin welatiyên din jî rêya sereke ya herêma Kermêt Elî ya girêdayî Besrayê girt. Tevgerên siyasî ji bo avakirina biloka mezintirîn berdewam dikin.

Rewşa îdarî ya Iraqê aloztir dibe
2 îlon, 2018   09:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Asayîşa Iraqê ragihand ku nêzî 150 xwepêşander li pêşiya deriyê sereke yê navenda Bîra Nehir Bin Umer a petrolê li Besrayê kom bûn û ji ber berdewama rewşa lawaz a xizmetguzariyên giştî û gendeliyê aloziya li bajarên başûr zêde dibe.

Rayedarên navenda bîra petrolê ku ji aliyê şîrketa petrolê ya El-Besra ya hikumî ve tê birêvebirin, ragihand ku xebatên wan normal tên meşandin û berhema Bîra Nehr Bin Umer rojane 44 hezar bermîl e.

Li gorî Someriye Newsê li devera Kermê Elî ya Besrayê îro xwepêşanderan rêya sereke birî. Xwepêşanderan banga pêkanîna daxwazên welatiyan kir û derfetên kar ji welatiyên bêkar re bêne peydakirin. Di encama rêgirtinê de jî qerebalixiyeke hatûçûnê ya mezin rû da.

Li parêzgeha Besrayê rojane xwepêşandanên mezin tên lidarxistin û banga peydakirina xizmetguzariyê û peydakirina derfetên kar dikin.

Der barê xebatên avakirina hikumeta nû de tevgerên siyasî yên hundirîn û navneteweyî berdewam dikin. Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi gelek aliyên Iraqê re civiya da ku biloka mezintirîn ava bike.

Pompeo di peywendiyeke telefonê de bi serokê Partî Demokratî Kurdistan (PDK) Mesûd Barzanî re beriya du rojan ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê peywendî bi Heyder Ebadî û Iyad Elawî re kiriye.

Rojnameya Şerq El-Ewsat got ku Washington hewl dide alîkariyê bi Ebadî re bike û hewl dide Kurdan bi razîkirin bide da ku beşdarî biloka wî bibin.

Amerîka hewl dide alîkariyê bi Ebadî re bike da ku vebijêra Îranê ya der barê avakirina biloka mezintirîn li Iraqê de pêk neyê.