Teqînên li balafirgeha Mezê nehatin piştrastkirin

Rêjîma Sûriyeyê diyar kir ku dengên teqînan ku li derdora balafirgeha Mezê ya leşkerî ya nêzî bajarê Şamê îro hatine bihîstin, ne di balafirgehê de bûn. Rêjîmê da zanîn ku teqîn di embareke cebilxaneyê de bû û di encama çîkeke kehrebeyê de pêk hatiye. Hin çavkaniyên din diyar kir ku balafirên Îsraîlê balafirgeha Mezê armanc girtiye.

Teqînên li balafirgeha Mezê nehatin piştrastkirin
2 îlon, 2018   07:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a rêjîma Sûriyeyê (SANA) li ser navê çavkaniyekî leşkerî wiha got: "Dengên teqînan ên li derdora balafirgeha Mezê ya leşkerî ya nêzî Şamê hatine bihîstin, di encama teqîna embareke cebilxaneyê ya nêzî balafirgehê de bû û ji ber çîkeke kehrebeyê pêk hatiye."

Li gorî ajansê heman çavkanî ragihand ku balafirgeha Mezê rastî êrîşeke Îsraîlê nehatiye.

Ajansa Reutersê xwe spart rayedarekî koalîsyona herêmî ku alîkariya rêjîmê dike û wiha got: "Teqînên li balafirgeha Mezê pêk hatine di encama êrîşa bi fûzeyan de pêk hatiye û sîstema parastina ezmanî ya Sûriyeyê bersiva êrîşan da."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan piştrast kir ku teqîn di encama êrîşeke ezmanî ya Îsraîlê de pêk hatiye û di encamê de hejmareke kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Îsraîlê gelek êrîşên ezmanî li dijî balafirgeha Mezê ya leşkerî û gelek baregehên leşkerî yên din pêk anîn û ragihand ku êrîşên wê li dijî hêzên girêdayî Îranê û Hizbullahê pêk hatine.