Bi dîmen... Bi otobusên hundirîn ên Kobanê geştek

Bi armanca hêsankirina hatûçûn û tevgera welatiyên bajarê Kobanê otobusên hundirîn ên bajarê Kobanê dest bi geştên xwe di nava bajêr de kir.

Bi dîmen... Bi otobusên hundirîn ên Kobanê geştek
2 îlon, 2018   07:25

KOBANÊ / ZANA SEYDÎ

Di çarçoveya kar û xebatên Şaredariya Gel a Kobanê de û bi armanca çareserkirina pirsgirêkên hatûçûnê, şaredariyê 4 otobus di nava bajêr de erkdar kirin. Ev otobus niha welatiyan belaş û bê pere vediguhêzin û rayedarên şaredariyê ragihand ku dê buhayeke erzan û guncaw ji bo veguhestina welatiyan diyar bikin.

ANHA'yê cihê xwe di geşteke van otobusan de girt û nêrînên welatiyan der barê mijarê de wergirtin.

ANHA