Qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve, herêm li ber kerastekî mezin rû bi rû dihêle

Şêniyên gundewarê rojhilat ê Tebqayê, ji ber qutbûna ava çemî Firatê destnîşan kirin ku gelek masî dimirin. Her wiha ava gola Firatê ji ber qutkirina avê ji aliyê Tirkiyeyê ve, pir kêm bûye. Di vê rewşê de, hewldanên Rêveberiya Bendavan ji bo girtina girtekên pêwîst çi ne. 

Qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve, herêm li ber kerastekî mezin rû bi rû dihêle
Qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve, herêm li ber kerastekî mezin rû bi rû dihêle
Qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve, herêm li ber kerastekî mezin rû bi rû dihêle
Qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve, herêm li ber kerastekî mezin rû bi rû dihêle
Qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve, herêm li ber kerastekî mezin rû bi rû dihêle
2 îlon, 2018   06:56

UDEY EL-EHMED/TEBQA

Aloziya avê ya ku di encama qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk derketiye holê. Gelek hilmijên avê rawestiyan û gelek masî mirin. Her wiha bi kerasetek hawîrdorî û aborî herêmê tehdîd dike.

Têkildarî vê mijarê hevserokê Komîteya Aborî yê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Ehmed El-Silêman got: "Îro dewleta Tirk siyastên xwe yên faşîst û êrîşker der heqê gelên herêmê de didomîne û hewl dide bi hemû şêwazan tevna ku gelên herêmê bi hev ve girê dide, têk bibe."

El-Silêman wiha domand:"Qutkirina avê, yek ji siyasetên faşîst ên dewleta Tirk e, ji ber ku dewleta Tirk ji aliyê leşkerî û siyasî têk çû. Niha jî dixwaze bi qutkirina avê şerê gelên herêmê bike. Ev kirin yekser jiyana welatî tehdîd dike û her wiha di encamê de gelek cureyên masiyan li gola Firatê mirin."

Beriya vê Komîteya Aborî daxuyaniyek hişyariyê belav kiribû, di daxuyaniyê de komîte hişyar kiribû ku eger dewleta Tirk qutkirina avê berdewam bike dê kerasetek mezin li herêmê pêk were. Her wiha têkildarî heman mijarê û di heman dema daxuyaniya komîteyê de, Rêveberiya Giştî ya Bendavan biryara girtina deriyên hilçûna avê yên her du bendava Firat û Azadî, ji ber kêmbûna avê da. Di encama wê de bandorek neynî li kehrebê kir."

Tê zanîn ku dewleta Tirk beriya vê bi çend salan û ji bo ku weke kaxizê şantaja siyasî bi kar bîne, ava çemê Firatê qut kiribû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gorî hevpyemana navdewletî ji bo parvekirina ava çemê Firatê di sala 1987'an di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de, divê Tirkiye bi rêjeyek salane ji zêdetirî 500 metre sêgoşe di her xuleyekê de avê bide Sûriyeyê.

(şx)

ANHA