Kongreya Parêzerên herêma Cizîrê bi hilbijartina rêveberiya nû û biryaran bi dawî bû

Sêyemîn Kongreya Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîr bi hilbijartina rêveberiya nû beriyaran bi dawî bû

Kongreya Parêzerên herêma Cizîrê bi hilbijartina rêveberiya nû û biryaran bi dawî bû
Kongreya Parêzerên herêma Cizîrê bi hilbijartina rêveberiya nû û biryaran bi dawî bû
Kongreya Parêzerên herêma Cizîrê bi hilbijartina rêveberiya nû û biryaran bi dawî bû
1 îlon, 2018   18:33

QAMIŞLO

Yekitiya Parêzeran Cizîrê, kongreya xwe sêyemîn bi dirûşma "Parastina destkeftî û nirxên civakî, mîsogereya avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ye" li hola komeleya karkeran li bajarokê Rimêlanê ya girêdayî kantona Qamişlo li herêma Cizîrê, bi beşdariya 200 endamên herêma Cizîrê û nûnerên herêmên Efrîn û Firatê û gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê û her wiha mêvanên ji nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Xerîb Hiso, hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîne Omer, nûnerên Kongreya Star û saziyên sivîl  vê sibehê hatibû destpê kirin.

Piştî axaftinan, endamê Yekitiyê Semîr Şêxmûs rapora xebatên du salan ên yekitiyê xwend, her wiha pêşniyarên beşdaran hatin girtin.

Di dawiya kongrê de rêveberiya nû ku ji 7 endaman pêk tê 3 jê jin in, hat hilbijartin.

Kongrê bi biryaran bi dawî bû. Ji wan,

1-Avakirina Koordînasyona Yektiya Parêzan li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

2-Aktîvkirina rola yekitiyê di jiyana geştî li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

3-Dosyayên binkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî yên der heqê gelê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di serî de sûcên li bajarê Efrînê radestî dozgeriyên navdewletî werin kirin.

4-Pêşxistina rola parêzerên Efrînê.

ANHA