Ji Dêrikê berxwedana Îmralî hate silavkirin

Bi wesîleya 1‘ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û bi armanca şeremzarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlêbûna bi hezaran meşeke hate li darxistin. Di meşê de berxwedana Îmralî hate silavkirin.

Ji Dêrikê berxwedana Îmralî hate silavkirin
Ji Dêrikê berxwedana Îmralî hate silavkirin
Ji Dêrikê berxwedana Îmralî hate silavkirin
Ji Dêrikê berxwedana Îmralî hate silavkirin
Ji Dêrikê berxwedana Îmralî hate silavkirin
Ji Dêrikê berxwedana Îmralî hate silavkirin
1 îlon, 2018   18:01

QAMIŞLO

Bi hezaran kes ji hemû pêkateyên herêma Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa beşdarî meşê bûn.

Meş ji qada Azadî ya bajarê Dêrikê dest pê kir û di ava kolanên serek de geriyan. Di wê navberê de diruşmeyên azadiya Ocalan û silavkirina berxwedana Îmralî dihatin berizkirin.

Meş li qada Şehîdan a bajêr sekinî. Li vir daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Roja Aştiyê hate pîrozkirin û hate gotin, Sûriyê di vê pêvajoyê de hewcedarê aştî û armaniyê ye.

Ebdulrehîm wiha domand, " Tenê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dikare dawî li şer bîne û aştî û çanda Netewa Demokratîk pêk bîne."

Mihemed Ebdulrehman, bang li rêxistinên navdewletî, hiqûqa mafê mirovan û CPT kir ku erka ya rawestandina şerê li Sûriyê û azadiya Ocalan pêk bînin.

Rêvebera Kongreya Star Nesrîn Mihemed jî axivî û tecrîdkirina Ocalan bi hedevgirtina firkê azad û îradeya gel bi nav kir û dawaz kir ku her kes li hemberî binpêkirinên ne mirovî yên dewleta Tirk tevbigerin.

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmralî bi dawî bû.

ANHA