Çalakiyên 4‘emîn a Mîhrecana Zarokan a Kantona Cizîrê dest pê kir

Çalakiyên 4‘emîn Mîhrecana Zarokan a kantona Cizîrê bi dirûşma "Werin em bi hev re xeyalên zarokên Efrînê pêk bînin" bi beşdarbûna 50 komên hunerê li ser dika şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan dest pê kir.

Çalakiyên 4‘emîn a Mîhrecana Zarokan a Kantona Cizîrê dest pê kir
Çalakiyên 4‘emîn a Mîhrecana Zarokan a Kantona Cizîrê dest pê kir
Çalakiyên 4‘emîn a Mîhrecana Zarokan a Kantona Cizîrê dest pê kir
Çalakiyên 4‘emîn a Mîhrecana Zarokan a Kantona Cizîrê dest pê kir
1 îlon, 2018   18:48

QAMIŞLO

Çalakiya roja yekemîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Rêvebera Tevera Çand û Hunerê Rûken Mihemed axaftin kir û Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir.

Rûken anî ziman ku Mîhrecan Zarokan bi dirûşma werin em hev re xeyalên zarokên Efrînê pêk bînin, ji ber xwedîkertina li zarokên Efrînê erka sereke ya tevgerê ye.

Rûken Mihemed, her wiha destnîşan kir ku komên beşdarî mîhrecanê bûne, ji hemû pêkaheyên herêmê ye, her pêkhateyekî dê bi çand û hunera xwe beşdar bibe.

Rêvebera Kongreya Star Eyhan El-Hadî jî ji aliyê xwe de, anî ziman ku, kêfxweşiya zarokan di heman demê de kêfxweşiya wan e û wiha bi lêv kir, "Fikirê Rêber Abdullah Ocalan di rihê zarokan de geş dibe, zarok hêvî û pêşeroja me ne."

Piştî axaftinan, Koma Deha şanoya xwe ya "Esala", Koma Berfa Çiya ya girêdayî navenda Arman Tîgeran stranên şoreşgerî û filklorî û Koma Kevana Zêrîn şandoya "Zeriya Baxçe" pêşkêş kirin.

Çalakiyên roja yekem a mîhrecanê bi meşekê ji bo 1‘ê Îlonê  ji bajaroka Rimêlan ber bi bajarê Girkê Legê bi dawî bû.

Mîhrecan dê 6 rojan berdewam bike

ANHA