Duyemîn Mîhrecana Zarokan Herêma Firatê dest pê kir

Beriya çend kêliyan Duyemîn Mîrhecana Zarokan li ser asta herêma Firatê bi tevlêbûna bi sedan zarokên herêmê dest pê kir.

Duyemîn Mîhrecana Zarokan  Herêma Firatê dest pê kir
1 îlon, 2018   16:28

KOBANÊ

Mîhrecan li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê tê lidarxistin.

Bi dehan komên hunerî yên (Çerkes, Tirkumen, Kurd, Ereb û Ermen) dê bi berhemên xwe, stran, şano, dîlan, helbest û lîstik beşdarî mîrhecanê bûne.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, Hevserokên Meclisa TEV-DEM‘ê ya Kantona Efrînê Ehmed Şêxo û Eyşe Efendî û hejmarek nûnerên sazî û desteyên kantonê di vekirina mîhrecanê de amade bûn.

Tê payîn ku dê mîhrecan du rojan berdewam bike.

ANHA