Li Efrînê erebeyeke bombebarkirî hat teqandin

Li nêzî deriyê ketina bajarê Efrînê erebeyeke bombekirî hate teqandin.

Li Efrînê erebeyeke bombebarkirî hat teqandin
1 îlon, 2018   17:12

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane, beriya çend kêliyan erebeyek bomebebarkirî li nêzî deriyê ketina bajarê Efrînê hate teqandin, ji ber teqînê ziiyanên madî çêbûn.

Li aliyekî din jî, hate ragihandin ku bi dehan malbatên çeteyan ên li Efrînê hatine bicihkirin ji ber şerê Idlibê û çalakiyên leşkerî yên li hemberî artêşa dagirker ji aliyê (Xezeba Zeytûnê, Siqûr Efrîn, Siqûr Întîqam Efrînê û Koma Şehîd Rojat) ve ber bi Ezaz û gundên li ser sînor ve direvin.

ANHA