Şêniyên Dêrazorê şehîd Hemîd El-Serayî oxir kirin

Goristana Ş.Hanî El-Hesen a herêma El-Bisîra, cenazeya şervanê QSD'ê Hemîd El-Serayî yê ku dema li ser erkê xwe şehîd bibû, hemêz kir.

Şêniyên Dêrazorê şehîd Hemîd El-Serayî oxir kirin
1 îlon, 2018   14:04

DÊRAZOR

Tevî sedan şêniyên gundewarên Dêrazorê yên rojhilat û rojava, endamên saziyên sivîl, fermendar û şervanên QSD'ê tev li merasîma oxirkirina şervanê QSD‘ê Hemîd El-Serayî bûn.

Girseya gel cenazeyê Hemîda El-Serayî ji ber çerxariya El-Bisîra di nav berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin" wergirtin û berê xwe dan goristana Şehî Hanî El-Hesen ve bi rê ketin.

Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê girseyeke din ve hate pêşwazîkirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirt dest pê kir. Piştre fermandarê QSD'ê Demhat Qamişlo axivî û sersaxê ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Em sersaxî ji malbata şehîd re dixwazin. Em soz didin ku tola şehîdên xwe hilînin. Armanca me ji destpêkê ew bû ku gel di nav aramî û ewlehiyê de bijhî, ji ber wê me çek rakir yan em ê bi serkevin yan em ê bimirin."

Paşê endama rêveber a Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Siwer Felek Mehmûd axivî û wiha bi lêv kir, "Em bejna xwe li hember hemû dayîkên ku zarê xwe şehîd dane ditewînin. Şehîd rêberên me yên manewî ne. wan banga welat bi cih anîn. Ew şehîdên rumet û şanaziyê ne. Em tevlêbûna malbata şehîd ji saziya şeref û rûmetê Saziya Malbatên Şerhîdan re pîroz dikin. " 

Piştre endamê Saziya Malbatên Şehîdan Wefa El-Celal wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeya Hemîd El-Serayî di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayîkan spartin axê.

(şx)

ANHA