Di çalaiyên Roja Aştiyê de ; banga azadiya Ocalan

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a bajarê Hesekê (KPC.D), Meclisa Malbatên Şehîdan a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê û Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê têkildarî 1‘ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî daxuyaniyên cuda dan. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser rewşa li Efrînê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di çalaiyên Roja Aştiyê de ; banga azadiya Ocalan
1 îlon, 2018   14:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî 1‘ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhan daxuyanî hatin dayîn û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rawestandina binpêkirinên li Efrînê hatin kirin.

HELEB

Ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyaniyek bi amadebûna bi dehan endamên meclisê li ber avahiya meclisê.

Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Nîdal Arif ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Roja Aştiya Cîhanê hemû gelên aştîxwaz hate pîroz kirin û hate gotin ku Roja Aştiya Cîhanê encamên rijandina xwîna zêdeyî 50 mîlyon mirovî hat.

Daxuyaniyê bal kişand li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha hat domandin, "Rêber Abdullah Ocalan pêşengê Tevgera Civaka Demokratîk e, banga azadî, biratî, mafê hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn didke, lê mixabin pergalên desthilatdar di serî de dewleta Tirk hemû pîvanên navdewletî derbas kir û ji beriya 19 salan ve ew girtiye û tecrîd kiriye. Li Efrînê jî binpêkirinên der mirovî didomîne."

Meclisa Malbatên Şehîdan binkirinên çeteyan û guhertina demografî, talankirina li Efrînê şermezar kir û ev tişt anî ziman,  "Em dibêjin, şerê cîhanê yê seymîn dest pê kir û dewelat Tirk ev şer da destpêkirin."

HESEKÊ

Ji aliyê Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk a bajarê Hesekê ve daxuyanî li ber dibistana Hasûb hat xwendin.

Endama komîteyê Sungul Mihemed daxuyanî xwend.

Sungul, bi navê komîteyê bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku bila Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest were berdan û got, Ocalam mîmarê demokrasî û biratiya gelan e.

ŞEHBA

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê, li kampa Serdem a kantona Şehbayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û ev wiha hat destnîşankirin, "Tecrîdkirina Ocalan şoreşa azadî, wekhevî û projeya netewa demokratîk dike hedef."

Di daxuyaniya daxuyaniya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê, bang li hiqûqa mafê mirovan hate kirin ku li hemberî tecrîdê tevbigere.

ANHA