Pirsgirêka avê heye û derfetên çareserkirinê têrê nakin

Niştecihên gundê Umerzopaşa Başûr bi rêya stêrên ku ji gundên din tên, avê peyda dikin. Şaredarî jî dibêje projeyên peydakirina avê anî kolandinê bîrekê li gund heye, lê derfetên pêkanîna projeyê têrê nakin.

Pirsgirêka avê heye û derfetên çareserkirinê têrê nakin
Pirsgirêka avê heye û derfetên çareserkirinê têrê nakin
Pirsgirêka avê heye û derfetên çareserkirinê têrê nakin
Pirsgirêka avê heye û derfetên çareserkirinê têrê nakin
Pirsgirêka avê heye û derfetên çareserkirinê têrê nakin
1 îlon, 2018   09:58

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Gundê Umerzopaş a Başûr ê navçeya Dirbêsyê ya kantona Hesekê 22 km dikeve başûrê navenda navçeyê. Gund ji 25 malan pêk tê.

Şêniyên gundê Umerzopaş ji ber kêmbûna ava vexwarinê zehmetiyan dikişînin ku avê ji gundên derdorê tînin. Ji ber vê yekê dibînin ku riya çareserkirina vê pirsgirêkê kolandina bîrekî ye an jî kişandina xetên avê ji gundên derdorê ye.

Beriya aloziyê xeteke avê ji gundê Umerzopaşa Bakur hatibû kişandin, lê bi aloziyê re xet hatin dizîn.

Welatiya bi navê Zubeyda Dawud li ser mijarê nêrîna xwe got: "Ev çend sal in, pirsgirêka tunebûna ava vexwarinê heye, ava heyî ji vexwarinê re nabe, bi riya sarîcan em ava vexwarinê peyda dikin, hin mal jî sarîcên wan tune ne, avê bi bîdonan tînin."

Zubeyda Dawud xwest ku Şaredariya Til Kerma vê pirsgirêkê çareser bike û xetên avê ji gundên derdorê bikşînin.

Welatiyê bi navê Umer Comerd jî diyar kir ku dema ew avê ji gundên din tîne, zehmetiyan dikişîne û wiha dom kir: "Ez gelek zehmetiyan dikişînim, ez avê ji gundê Umerzopaş ê Bakur û gundê Muslim tînin, gundê Umerzopaş ê Bakur 5 km û gundê Muslim jî 10 km dûr e, tu erebeyên min tune ne ez pê biçim û werim."

Comerd, destnîşan kir ku wan gelek caran daxwaza çareserkrinê vê pirsgirêkê ji şaredariyê kirinê, lê heya niha ti bersiv nehatiye dayîn.

Hevseroka Komîna Gundê Umerzopaş a Başûr Meha Elî der barê pirsgirêkê de axivî û ev tişt anî ziman: "Di civîna mehne de ya bi şêniyên gund re, şêniyan daxwaza çareserkirina pirsgirêkê kirin. Min bi xwe gelek rapor li ser vê mijarê ji şaredariyê re şandine, li benda persivê me."

Li ser mijarê me serî li Şaredariya Gel a bajarokê Til Kerma da, hevserokê Şaredariyê Ebdulrezaq Şêxmûs diyar kir ku du projeyên çareserkirinê henem yek kolandina bîrekî û y a din jî kişandina xetên avê ji gundên derdorê ye, lê derfet nine û pêkanîna projeyê mesrefeke pir dixwaze.

(bb)

ANHA