Li Idlibê erebeyeke bombebarkirî hate teqandin

Li gundewarên bakurê Idlibê li bajarê Dana erebeyeke bombebarkirî hate teqandin, di encamê de birîndar çêbûn û zirarên madî pêk hatin.

Li Idlibê erebeyeke bombebarkirî hate teqandin
Li Idlibê erebeyeke bombebarkirî hate teqandin
1 îlon, 2018   10:02

ŞEHBA

Îro di saetên serê sibê de erebeyeke bombebarkirî nêzî Dibistana Enormiyê li bajarê Dana yê li bakurê Idlibê teqiya, di encamê de 4 kesên ku navên wan nehatin zanîn, birîndar bûn û her wiha zirarên madî pêk hatin.

Li gorî gelek çavkaniyan li bajarê Dana çeteyên artêşa Tirk ketine panîkê.

(jo)

ANHA